Ji girtiyên li Girtîgeha Mêrdînê 13 kes hatin sirgûnkirin
- 14:35 22 Sibat 2021
- Rojane
MÊRDÎN - Li girtîgeha Mêrdînê a Tîpa T gardianan bi ser qawîşan de girt û 13 girtî sirgunî girtîgehên Riha û Amedê kirin.
Girtiyên siyasî ên di GIrtîgeha Tîpa T ya Mêrdînê de dimînin di hevdîtina bi riya telefonê bi malbatên xwe re kirin ragihandin ku gardiyan bi awayê kêfî nêzî wan dibin û çi gava bixwazin bi ser qawîşên wan de digirin. Li gorî agahiyên me ji malbatan girtine herî dawî gardiyanan bi ser qawîşande girtine û 13 girtî sirgunê girtîgehên Riha û Amedê hatine kirin.