Ji girtiyên li Girtîgeha Mêrdînê 13 kes hatin sirgûnkirin 2021-02-22 14:35:07   MÊRDÎN - Li girtîgeha Mêrdînê a Tîpa T  gardianan bi ser qawîşan de girt û 13 girtî sirgunî girtîgehên Riha û Amedê kirin.   Girtiyên siyasî ên di GIrtîgeha Tîpa T ya Mêrdînê de dimînin di hevdîtina bi riya telefonê bi malbatên  xwe re kirin ragihandin  ku gardiyan bi awayê kêfî nêzî wan dibin û çi gava bixwazin bi ser qawîşên wan de digirin. Li gorî agahiyên me ji malbatan girtine herî dawî gardiyanan bi ser qawîşande girtine û 13 girtî sirgunê girtîgehên Riha û Amedê hatine kirin.