Polîsan çek da serê 3 kesî û zarokek jî avêtin erdê
- 16:29 21 Sibat 2021
- Rojane
AGIRÎ - Li navçeya Panosê polîsên ku bi ser malan de girtin li malan çek dan serê 3 kesî û zarokek jî avêtin erdê.
Li navçeya Panos ya Agiriyê di saetên serê sibehê de bi ser 3 malan de hat girtin. Di serdegirtina ji aliyê polîsan ve hat kirin de hat îdakirin ku ji ber Mucahît Uygar ê 5 sal e agahî jê nayê girtin li male serdegirtin pêk anîne. Polîsên ku di serdegirtinê de alavên malan belav kirin hat diyarkirin ku piştre jî bi ser mala biryaê Mucahît û xuşka wî de jî girtine. Kesek ji malbatê ku derbarê bûyerê de agahî da got, "Polîsan 3 kes derxistin derve. Nêzî 40 deqî çek dan serê me pê li pişta me kirin û em li ser berfê rawestandin. Keça min a 12 salî B. jî li şaneşînê avêtin erdê û bi wî awayî dan sekirinandin."
Hat diyarkirin ku polîsan ji malbatê xwestiye ji bo Mucahît Uygr vegere îkna bikin.