Polîsan çek da serê 3 kesî û zarokek jî avêtin erdê 2021-02-21 16:29:19     AGIRÎ - Li navçeya Panosê polîsên ku bi ser malan de girtin li malan çek dan serê 3 kesî û zarokek jî avêtin erdê.    Li navçeya Panos ya Agiriyê di saetên serê sibehê de bi ser 3 malan de hat girtin. Di serdegirtina ji aliyê polîsan ve hat kirin de hat îdakirin ku ji ber Mucahît Uygar ê 5 sal e agahî jê nayê girtin li male serdegirtin pêk anîne. Polîsên ku di serdegirtinê de alavên malan belav kirin hat diyarkirin ku piştre jî bi ser mala biryaê Mucahît û xuşka wî de jî girtine. Kesek ji malbatê ku derbarê bûyerê de agahî da  got, "Polîsan 3 kes derxistin derve. Nêzî 40 deqî çek dan serê me pê li pişta me kirin û em li ser berfê rawestandin. Keça min a 12  salî B. jî li şaneşînê avêtin erdê û bi wî awayî dan sekirinandin."   Hat diyarkirin ku polîsan ji malbatê xwestiye ji bo Mucahît Uygr vegere îkna bikin.