Jina çalakvan Derya Talebanî hat berdan
- 17:02 16 Sibat 2021
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Yek ji jinên çalakvan ên di operasyona qirkirina siyasî ya li Rojhilatê Kurdistanê de hatibû girtin, Derya Telabanî bi awayek demkî hat berdan.
Li gorî nûçeya Tora Mafê Mirov a Kurdistanê, jina çalakvan Derya Talebanî ya ji Mihabadê ku ew jî di çarçoveya operasyonên qirkirina siyasî yên li Rojhilatê Kurdistanê de hatibû binçavkirin, bi kefalet û bi awayek demkî hat berdan.
Li gorî heman nûçeyê Derya Talebanî ya ku mamostayê Inglîzî bû, rejima Îranê wê bi tawanê ku alîkariya partiyek kurdî kiriye binçav kiribû.