Jina çalakvan Derya Talebanî hat berdan 2021-02-16 17:02:22   NAVENDA NÛÇEYAN  - Yek ji jinên çalakvan ên di operasyona qirkirina siyasî ya li Rojhilatê Kurdistanê de hatibû girtin, Derya Telabanî bi awayek demkî hat berdan.   Li gorî nûçeya Tora Mafê Mirov a Kurdistanê, jina çalakvan Derya Talebanî ya ji Mihabadê ku ew jî di çarçoveya operasyonên qirkirina siyasî yên li Rojhilatê Kurdistanê de hatibû binçavkirin, bi kefalet û bi awayek demkî hat berdan.   Li gorî heman nûçeyê Derya Talebanî ya ku mamostayê Inglîzî bû, rejima Îranê wê bi tawanê ku alîkariya partiyek kurdî kiriye binçav kiribû.