'Em bi hêvî ne ku di sala nû de koçberî bi dawî bibe'

  • 09:05 31 Kanûn 2020
  • Rojane
Hesna Mihemed
 
ŞEHBA - Dayikên pakrewanên azadiyê yên Kantona Efrînê di derbarê sala nû de hêvî û daxwazên xwe anîn ziman û wiha gotin: "Em di sala nû de hêviyên xwe nû dikin û daxwaz dikin ku em vegerin ser axa xwe, her wiha ev koçberî bi dawî bibe."
 
Efrîniyên ku ji ber êrişên dewleta tirk û hevkarên wê koçberî Kantona Şehbayê bûne, berxwedana xwe ji bo vegera ser axa xwe didomînin. Ev bû 3 sal in şêniyên koçber di nava zehmetiyên jiyanî yên dijwar re derbas dibin. Ruxmî van zehmetiyan jî her dem hêvî û daxwazên xwe nû dikin, heta ku bigihêjin xeyalên xwe. Bi hatina sala nû ya 2021’an dayikên pakrewanan ên ku li Kantona Şehbayê bi cih bûne hêviyên xwe bi me re parve kirin.
 
'Bi sala nû re em her hêviyên xwe nû dikin'
 
Dayika pakrewan Diyar Bakok ku di Berxwedana Serdemê de jiyanan xwe ji dest daye, Hêvîn Nesan da zanîn ku ew ji bo vegereke azad dijîn û wiha got: "Di Berxwedana Serdemê de ji bo parastina rûmeta xwe zarokên me canê xwe feda kirin. Me nexwest em bi dagirkeriya dewleta tirk re bijîn, loma em koçber bûn. Her sal çavên me li rêka vegerê ye û hêviyên me her zindî ne. Bi hêviya vegereke bi rûmet û di welatekî azad de em bijîn."
 
'Em bi hêvî ne ku di sala nû de koçberî bi dawî bibe'
 
Dayika pakrewan Şîndar Botan ku di Berxwedana Serdemê de jiyana xwe ji dest daye, Xandan Ehmed hêviyên xwe di sala nû de anî ziman û ev tişt got: "Di sala nû de em hêvî dikin vegerin ser axa xwe û gorên zarokên xwe himbêz bikin. Ev sê sal in ji ber dagirkeriya dewleta tirk em nikarin biçin Efrînê û ji ax, mal û gorên zarokên xwe dûr ketine. Em nizanin bê niha çi bi serê gorên zarokên me de anîne? Bi hêviya ku ev koçberî bi dawî bibe."