Ayşe Gokkan: Sala 2020'î bû sala berxwedana jinên kurd

  • 09:03 31 Kanûn 2020
  • Rojane
AMED - Berdevka TJA’ê Ayşe Gokkan diyar kir ku sala 2020'î bû sala berxwedana jinên kurd û wiha got: “Ev salê jinên kurd rûyê dagirkeriyê aşkere kirin. Dewlet bi hemû alavên xwe yên şer li ser jinan şerekî topyekûn da destpêkirin. Jinên kurd jî li hemberê van bi seknekê têkoşêr bersîva li dijî wan êrîşan da.”
 
Sala 2020 ji bo jinên kurd bû sala berxwedanê. Ligel her cureyên êrişan jinên kurd berxwedana xwe derxistin asta herî jor. Jinan li dijî şîdeta mêr û dewletê daketin qadan û têkoşîna xwe kirin yek. Berdevka Tevgera Jinên Azad (TJA) Ayşe Gokkan behsa sala 2020'an kir û bal kişand ser berxwedana jinan a ku li qadan hatî kirin. 
 
‘Jinên kurd rûyê rastiya dewletê aşkere kirin’
 
Ayşe di destpeka axaftina xwe de bal kişand ser êrişên li hemberî jinan û got: "2020 ji bo TJA'yê bû sala berxwedanê. Me wekî TJA bi kampanyaya “tu jî rabe ser piyan” sala nû pêşwazî kiribû. Di wê kampanyayê de li dijî polîtîkayên olperestî, nîjadperestî û zayendperestî jin li ser piyan bûn û li hemberê wan zîhniyetê li ber xwe dan. Kampanyaya me li hemû bajarên Tirkiyê û bakurê Kurdistanê hat meşandin. Jinên tevgerên cîhanê jî piştgirî dan me. Ji ber ku êdî ew zîhniyeta faşîst ne tenê li ser jinên kurd, di heman demê de li ser hemû jinan hat meşandin. Berxwedana jinên kurd, rewşa Tirkiyê ya navneteweyî da nas kirin. Her wiha dewlet bi xwe helwesta xwe ya li navneteweyî bi êrişan teşhir kir. Êrişê Rojava kir, êrişê Derya Spî û gelek deveran kir. Ligel van yekan rûyê xwe ya li hundir û li derveyî nîşanê hemû cîhane da. Jinên kurd jî ew rûyê wan a dagirker teşhir kir.”
 
‘Sala 2020'î encama mayînde kirina deskeftiyên sala 2019'an bû’
 
Ayşe destnîşan kir ku li hemberê şerê taybet berxwedanek mezin di sala 2020'an de hat dayîn û wiha pêdê çû: “Em dikarin bêjin ku her sal ji bo me berxwedan e lê  di sala 2019’an de ku bi pêşengiya Leyla Guven re grevên birçîbûnê hatibû destpêkirin û belavê li ser cîhanê bibû berxwedanek û deskeftiyek mezin bû. Em dikarin bêjin ku sala 2020'an encama mayînde kirina deskeftiyên sala 2019 bû.  Berxwedana jinên kurd ji bo jinên cîhanê û ji bo jinên Tirkiyeyê bûn wek mînak. Me vê sale ji bo ku berxwedana xwe mayînde bikin têkoşîn hat dayîn. Her wiha  polîtîkayên şer ên taybet vê salê xwe zêdetir nîşan da. Wek mînaka Gulîstan Doku ya ku hê jî nehatiye dîtin. Dewlet bi windakirina wê sûc li ser xwe girt. Û dîsa jî li Êlîhê Îpek Er a ku çawîsê pispor destdirêjiyê lê kir û bû sedema mirina wê. Li Şirnexê jî dîsa zarokek bi êrîşa zayendî yê çawîşekî pispor re rûbirû ma. Hemû bûyerên di bin uniformayên dewletê de ku pêk dihatin vê sale de hat teşhîr kirin.”
 
‘Destdirêjî tenê bi bedena jinê nayê pênase kirin’
 
Ayşe berdewamiya axaftina xwe de bal kişand li ser polîtîkayên şer ê taybet û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Li ser cîhanê jî mînakên bi vî awayî hene. Ango dibêjin kesên ku ne ji me ye û îtaatê nekin re li ser wan polîtîkayên taybet didomînin. Destdirêjî tenê li ser bedena jinê nayê pênase kirin. Ji ber ku tayînkirina qeyûman a li ser şaredariyan, destdirêjiya li ser hilbijartinê û îradeya gel e. Di destpêkê de dest davêjê hemû dewlemendiya erdnigariya me. Dest davêjin li ser zimanê me, baweriya me û dîroka me. Wekî ku Heskîfê di bin avê de hiştin. Wan hemû mînak şerên taybet in. Di heman demê de jî destdirêjiyê. Heke jinek li ser erdnigariya Kurdistanê serî netewîne û li dijî polîtîkayên bişaftinê li ber xwe bide, wê di her qadên jiyanê de rastî polîtîkayên şerê taybet tê. Di pêvajoya pandemiyê de jî xwestin rol û misyona jinê ya ku li ser civakê rewa tê dîtin, li ser jinê bar bikin. Le belê jin ev tiştê nepêjirand û li hemberê wê derketin. Di şexsê Komeleya Jinan a Rosa jinên kurd bi binçavkirin û girtinan ve rûbirû hatin hiştin”
 
‘Êrîşên li ser goristanan ket lûtkeyek jor’
 
Ayşe got li ser xaka Kurdistanê tundiyên cûrbicûr tê meşandin û ev tişt anî ziman: “Erê tundî li ser hemû jinên kurd hene lê tundiyên cuda jî hene. Wekî erîşên li ser goristanan vê sale ket lûtkeyek jor. 287 cenaze hatin revandin. Dîsa dayik û kalen me di vê pandemiyê de binçav kiribûn û êrîşên malên wan hatibû kirin. Bi hinceta pandemiyê bi rêya kargoyê dayikek re cenaze hat şandin. Ev hemû alavên şerê taybet e,  ji bo bê îrade hiştina Gelê Kurd bû. Me jî li dijî wan êrîşan têkoşîna xwe mezintir kir û di meha îlonê de dest bi kampanyaya “Em xwe diparêzin “ kir.”
 
128 organîszayonên perwedê hatin kirin
 
Ayşe wiha bal kişand li ser kampanyaya TJA'yê: “Em li ser gelek fikirîn ku em xwe çawa xwe ji wan êrîşan biparêzin. Dewlet bi hemû alavên xwe yên li hemberî kurdan êrîşek topyekûn dabû destpêkirin. Ne tenê ji bo bakurê Kurdistanê di heman demê li ser hemû parçeyên Kurdistanê êrîşek li ser jinan hebû.  Ji bo ku wan êrîşan xurtir bikin li ser Rêberê PKK’ê birêz Ocalan jî tecrîdek giran dihat meşandin. Armanca kampanyaya 'Em xwe diparêzin' parastina jinê ya di hemû qadên jiyanê ye. Bi vî awayî kampanyaya me bi deh xalên sereke û nîqaşên berfirehî hat destpêkirin. Me di destpêkê de di hêla xwe bi rêxistinkirin û perwerdehiyê de xebatan meşand. 128 rojan perwerde hat dayîn. Ango 64 roj tenê ji bo jinan. 64 roj jî bi jin û mêran re perwerdeyek hat dayîn. Me di perwerdeyê de mijarên wek; li dijî zayendperestî, nijadperestiyê û hêla rêxistinbûnê de dest girt. Di atolyeyan de li ser mijarên çima wekheviya jin û mêr girîng e, çima netewa demokratîk pêwist e û her wekî din, nîqaşên berfirehî hat kirin.”
 
‘560 aktivîsên TJA'yê hatin binçavkirin' 
 
Ayşe dawiya axaftina xwe de wiha axivî: “Bê navber me li hember tundiyê têkoşîn da. 150 çalakiyên cûrbicûr hatin lidarxistin. Li gundan, taxan û kûçeyan de me belavok belav kir, meş çêbû û daxuyaniyan hat dayîn. Ev hemû tişt di bin nava dorpêçkirina hêzên dewletê de pêk hatin. Me li hemberê wan hemû li ber xwe dan. Di 2020’ê de tenê 560 jinên aktîvîstên TJA’ê hatin binçavkirin. 2020 bi berxwedana jinên kurd derbas bû. Nîşaneya 2021’ê jî bi girtina Leyla Guven ve hat xuya kirin. Bi van êrîşan xuya dibe ku jin 3 qat bên darizandin. Leyla Guven ji bo me rêbera berxwedanê ye. Cezaya ku dan Leyla Guvenê helbet em qebûl nakin. Ev qewîmandinên ku di demên dawîn de pêk tên, wekî  em 2021’an de xwe çawa amade bikin nîşan dide. Lê tevî van yekan em ê berxwedanê xurttir bikin.”