Jinên Îzmîrê: Sala 2021'an dê bibe sala berxwedanê

  • 09:01 31 Kanûn 2020
  • Rojane
ÎZMÎR - Jinên ku di sazî û rêxistinên jinan de dixebitin bal kişandin ser sala 2021'an û gotin: "Sala 2020'an ji bo jinan salek dijwar bû. Ligel dijwarbûnê me têkoşîna xwe bê navber domand. Ji bo me sala 2021'an dê bibe sala berxwedanê." 
 
Sala 2020'an ji bo jinan bi her awayî salek têr û tije derbas bû. Aliyek qeyrana aborî, belavbûna vîrûsa koronayê, şîdet û kuştina jinan. Aliyek berxwedan û têkoşîna jinan. Jinên ku di sazî û rêxistinên sivîl de dixebitin bal kişandin ser sala 2020'an û hêviyên xwe ya sala 2021'an anîn ziman. Jinan da zanîn ku sala 2021'an dê bi her awayî bibe sala berxwedanê. 
 
'Atolyeyên xwe parastinê pêk hatin'
 
Ji Tora Parastina Jinan Emîne Akbaba, di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser îstîsmarkirina zarokan û wiha got: "Jin bi berxwedanê ketin sala 2020'an. Lê di 11'ê adarê de ji ber vîrûsa koronayê bangewaziyen 'Li malê bimînin' hatin kirin. Di pêvajoya îzalosyonekî giştî hebû û lê me hewlda ku bi rêya onlînê vê îzalosyonê têk bibin. Bi girtina kargehan gelek jin bêkar. Jin bêtir li malê bi xwedîkirina zarokan û bi paqijiya malê re rûbirû man. Keda ku li malê û li cihê kar nayê dîtin di pandemiyê de bêtir nehat dîtin."
 
Emîne, diyar kir ku bi piştevaniya Jin bi hev re bi hêz in (KBG) pakêtên paqijiyê yên alîkiyariyê hatin amadekirin û wiha axivî: "Dema rêveberiya herêmê û îqtîdar paket amade dikin guh nadin tiştên paqijiyê. Me xwest em cudabûna xwe bi vê alîkariyê nîşan bidin.  AKP-MHP pandemiyê ji xwe re kir firsendek û êrîşker û tecawizkarên ku girtî serbest berda. Jin neçar ma ku bi êrîşkar û tecawizkaran re di heman malê de bijîn. Her wiha nîqaşa betalkirina Peymana Stenbolê ket rojevê. Lê jin li dijî nîqaşan çalakiyên cur bi cur li darxistin." 
 
Emîne di dawiya axaftina xwe de wiha bal kişand ser erdheja Îzmîrê: "Ji ber polîtîkayên talankirinê gelek kes di erdhejê de mexdûr bûn. Hem li dijî erdhejê û hem jî li dijî vîrûs tedbîrên berfireh nehatin girtin. Jin û zaroka ji hêla îqtîdarê ve tenê hatin hiştin. Me di vê pêvajoyê de li ser onlîne li ser parastina xweser xebatên atolyeyê dan meşandin."
 
'Jin li qadan di nava têkoşînê de bûn'
 
Ji Meclîsa Jinan a Sosyalîst Dîdar Gul, bal kişand ser êrîşan û wiha nêrînê xwe anî ziman: "Di sala 2020’an de li Tirkiyeyê û herêmê êrîşên faşîzmê gelek zêde bûn. Îsal ji ber pandemiyê asta xizaniyê bêtir zêde bû. Her wiha mijara din jî ya ku îsal derketî pêş jî şîdeta li hemberî jinê bû. Bi taybetî jî di dema pandemiyê de bêtir li pêş bû. Lê jin li dijî şîdeta mêr û dewletê her tim li qadan di nava têkoşînê de bû. Jin xwedî li parastina xweser derketin. Armanca me ya din jî, em dixwazin bi her awayî êrişkar û tacawizkaran defîşre bikin." 
 
Dîdar, di axaftina xwe de bal kişand ser aqûbeta Gulistan Doku û wiha dom kir: "Jin hêj jî aqûbeta Gulistanê dipirsin. Em ê di sala nû de jî ji bo Îpek Er û bûyera Kercewsê di nava lêgerîna edaletê de bin. Her wiha di sala 2020'an de jin bi îşkenceyan hatin binçavkirin û bi êrîşa kuçukan re rûbirû man. Jinan li dijî her cûreyên êriş û îşkenceyan têkoşîna xwe domandin. Sala nû dê ji bo jinan bibe sala berxwedanê" 
 
'Ji sedî 50 şîdet zêde bûye'
 
Endama Piştevaniya Mor Cansu Ekmen jî da zanîn ku di pêvajoya pandemiyê de ji sedî 50 şîdeta li hemberî jinê zêde bû û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Îsal bi dirûşma 'Bikeve tevgere' kampanyayek hat destpêkirin. Li Îzmîrê jî ev kampanya hat meşandin. Piştî vê kampanyayê bi navê 'Em ne di ewlehiyê de ne' hat destpêkirin. Em ê di sala nû de jî li ser onlinê xebatên xwe bidin meşandin. Bi taybetî jî xebatên xwe yên atolyeyan. Em ê di 2021'an de jî xwedî li Peymana Stenbolê derkevin. Em ê bêtir bi jinan re bên cem hev û rêxistinbûna xwe xurt bikin."
 
'Sala 2021'a dê bibe salek zehmet'
 
Seroka Komeleya Piştevaniya Jinan a Bornoyvayê (BORKAD) Nefîse Selçuk, di axaftina xwe de wiha bal kişand ser xebatên komeleyê: "Komeleya me li dijî şîdet, taciz û tecawizê xebatan dike û serlêdanên jinan digire. Bi pandemiyê re me xebatên xwe yên serlêdanê li ser onlîne da meşandin. Niha hewldanek din heye û dê komeleyan negirin lê dê pêşî lêpîrsin vekin û piştre jî qeyûm tayînê komeyeyan bikin. Tişta ku me bi salan kiriye dê yek carî ji holê rakin. Em bi berxwedan û têkoşînê hata wan rojan hatin û em çawa teslîmê wan bikin gelo? Sala 2021'an dê salek zehmettir bibe. Lê hêviya me heye û em ê li gel her astengiyan têkoşîna xwe bidomînin û em bêden nabin."