Dîroka çalakîyên ku wê ji bo Gulistan Doku bên kirin hat diyarkirin

  • 11:47 30 Kanûn 2020
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Komîsyona Edaletê ji bo yekemîn salvegera windakirina Gûlîstan Doku banga têkoşînê li jinan kir. 
 
Di ser windakirina xwendekara Zanîngeha Mûnzûrê Gulîstan Doku re salek bihûrî. Li bajarê ku bi hinceta ‘ ewlehîyê’  di binê dorpêça polêsan de ye ev12 meh e tu agahîyek ji Gulîstanê nahê girtin. Gulîstan di 5’ê Çileya 2020’î de hatibû windakirin. 
 
Piştî Gulîstanê windakirin demekê hat îdakirin ku Gulistanê întihar kiriye û ji ber ku Gulîstanê herî dawî li ser Pira Munzurê hatibû dîtin  demeke dûdirêj li Bendava Ûzûnçayirê hat gerîn. Hemû serî lêdanên malbatê jî bê bersiv man, ji bo kesên ku pirsa wek ‘Gulîstan li ku ye?’ pirsin jî lêpirsîn dan destpêkirin. Pirsîna vê pirsê jî wek sûcekî hat dîtin. Ji Hêleke din va jî Zaynal Abarakov ê ku herî dawî Gulîstanê pê re têkilî danî bû û wek kesê şikbar dihat dîtin û malbata wî bi awayekî eşkere hat parastin.  Zaynal Abarakov dihat parastin lê di derbarê xuşka Gulîstanê Aygûl Doku de doz hat vekirin û cezaya pere lê hat birin.
 
Ji bo dîtina Gulîstanê Komîsyona Edaletê jî ji roja ewl de li gel malbata Gulîstanê cî girtin. Komîsyona Edaletê ku ji bo Gulîstanê bê dîtin di nav hewldanan de ye  dê 5’ê Çileyê ji bo Gulîstanê dest bi çalakiyan bike û dîroka çalakiyên xwe li ser tora civakî par vekir.
 
Dîroka çalakiyên ku bên kirin wiha ye:
 
* Dêrsim,  Qada Seyît Riza: 12.00
 
* Edene, Parka Peykerê : 18.00
 
* Îzmir, li hember Bankaya Halk Alsancak: 17.30
 
* Stenbol, Li hemberê Opereya Sureyya Kadikoy: 18.00
 
* Amed, Ofîs: 12.30
 
* Dîlok, Avahiya KESK’ê: 13.00
 
* Bursa, Qada Fomara: 18.00
 
* Antalya, Hemberê Peykerê Attalos: 12.00