Li Mexmûrê koma 7'an greva birçibûnê dewr girt

  • 11:26 30 Kanûn 2020
  • Rojane
 
MEXMÛR - Greva birçîbûnê ya ku bi pêşengiya Meclîsa Îştar a Mexmûrê ve ji bo piştgirî bidin greva birçîbûna girtiyan hatî destpêkirin bi dewr girtina koma 7'an didome. 
 
Di 27'ê mijdarê de ji hêla girtiyên siyasî li dijî tecrîda girankirî ya ku li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û binpêkirina mafên girtiyan greva birçîbûnê ya bê dem û bi dorveger hatibû destpêkirin. Ji bo piştgiriyê bidin greva birçîbûnê ya girtiyan li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûrê) bi pêşengiya Meclîsa Îştarê greva birçîbûnê hat destpêkirin. Îro bi merasîmekî koma 7’an çalakî dewr girt. 
 
Li ser navê koma 7’an Aynûr Yilmaz axivî û got: “Di serî de em ji bo hevalên xwe yên zîndanan re serkeftinê dixwezin. Em weke ciwanên Wargeha Şehîd Rustem Cûdî ji bo azad kirina rêberê xwe em tevlî vê çalakiyê bûn. Ji bo wê jî heta serokê me azad nebe em ê her tim çalakiyên xwe berdewam bikin. Bangewaziya me jî ew e ku hemû ciwanên kurd rabin ser xwe û tevlî çalakiyê bibin." 
 
Merasîma dewir girtinê bi dirûşmeya "Bijî Serok Apo" û "Bijî berxwedana zîndanan" bi dawî bû.