Li Mexmûrê derbarê greva birçîbûnê de sînevîzyonek hat pêşandan
- 11:02 30 Kanûn 2020
- Rojane
MEXMÛR - Li Wargeha Penaberan ya Mexmûrê, derbarê çalakiyên greva birçîbûnê sînevîziyonek hat pêşkêşkirin.
Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) derbarê çalakiyên greva birçîbûnê sînevîziyonek hat pêşkêşkirin. Sînevîzyon li Saziya Malbatên Şehîdan ji bo tevahî gelê wargehê û hemu çalakgerên greva birçîbûnê hate pêşkêş kirin. Beriya ku sînevîziyon dest pê bike ji bo tevahî cangoriyên azadiyê deqeyek rêz hate girtin.
Sînevîziyon bi dirûşma: "Bijî Serok Apo" û "Şehîd Namirin" bi dawî bû.