‘Leyla Guven rûmeta me ye’

  • 09:06 30 Kanûn 2020
  • Rojane
Rojda Seyidxan
 
QAMIŞLO - Endama Koordînasyona Kongreya Star a Bakur û Rojhlatê Sûriyê Mûna Yusif, dîlgirtina Hevseroka KCD'ê Leyla Guven şermezar kir û ev tişt got: ”Dewleta tirk pêşengên me hedef digire ku careke din jinan mecbûrî koletiyê bike. Me ked daye ji bo ku em jiyaneke bi rûmet bijîn, serkeftin ya me ye.” 
 
Di 21’ê Kanûnê de li Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven 22 sal û 3 meh cezatm hepsê lê hate birîn û dîl hatiye girtin. Li seranserî cîhanê ji bo piştgiriya bi Leyla Guven re çalakî tên li dar xistin. Li rojavayê Kurdistanê jî jinên hemû pêkhateyan ji bo Leyla Guven piştgiriya xwe didin nîşandan. Têkildarî mijarê Endama Koordînasyona Kongreya Star a Bakur û Rojhlatê Sûriyê Mûna Yusif, dîlgirtina Hevseroka KCD'ê Leyla Guven de nirxandin kir.
 
‘Berxwedana Leyla Guven deng veda ye’
 
Mûna di destpêkê de bal kişand ser têkoşîna Leyla Guven a li dijî hemû rengê faşîzmê û wiha got: ”Di destpêkê de em berxwedana Hevseroka KCD Leyla Guven pîroz dibînin û silav dikin. Daxwaza Lelya Guven ew e ku tecrîda girnakirî li ser Rêber Apo bi dawî bibe û aşîtiyeke mayinde pêk bê. Ji bo daxwazên Leyla Guven pêk werin, pêwîst e em hemû piştgiriya wê bikin. Berxwedana Leyla Guven a li dijî faşîzmê deng veda ye. Bi dîlgirtina wê re dixwazin vîna me jinan bişkînin. Dewleta tirk pêşengên me hedef digire ku careke din jinan mecbûrî koletiyê bike. Em serî ji dewleta tirk re natewînin, em ê heta dawiyê ji bo azadiya tevahî jinan têbikoşin.
 
‘Têkoşîna me ji bo jiyaneke bi rûmet e’
 
Mûna di domandna axaftina xwe de bal kişand ser kiryarên dewleta tirk derheqê mirovên azadîxwaz de û wiha pê de çû: “Kiryarên Erdogan di derheqê jinan de ne nû ne, rojana li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî kiryar û êrîşî li ser jinan tên meşandin. Dewleta tirk dixwaze destkeftiyên jinan desteser bike û wan vegerîne rewşa destpêkê. Em ê vê yekê qebûl nekin, me ked daye ji bo ku em jiyaneke bi rûmet bijîn. Leyla Guven jî jineke xwedî têkoşîneke dîrokî ye, em van kiryarên qirêj li hember wê jî qebûl nekin. Banga min ji hemû jinên cîhanê re ye ku ji bo azadiya Leyla Guven têbikoşin. Leyla sembola aşîtiyê ye.”