‘Projeyên veguherandina bajarvaniyê yek ji polîtîkayên bişaftinê ye’

  • 09:02 30 Kanûn 2020
  • Rojane
Sema Caglak
 
AMED - Hevseroka Odeya Avahîsazan Selma Aslan têkîldarî projeyên veguherandina bajarvaniyê axivî û got: “Dema ku ev projeyên veguherandina bajarvaniyê hat sepandin şêweya jiyana şêniyên wan taxan jî wê biguhere. Di vê hêlê de jî ji ber ku şêweya civak û çandî diguherîne em dikarin bêjin ku di heman demê de jî alavê polîtîkayê bişaftinê ye.”
 
Di serdema AKP’ê de yek ji projeyên herî zêde hatiye pêş xistin, projeyên veguherandina bajarvaniyê ye. Bi taybetî jî li herêmê di bin navê veguherandina bajarvaniyê de bidestxistina rantê û tunekirina bîra civakî tê armanckirin. Bi taybetî li Amedê di salên dawiyê de projeyên veguherandina bajarvaniyê her ku diçe zêdetir dikeve pêş û tên nîqaşkirin. Herî dawî jî li navçeya Rezan a Amedê, 53 hezar metreqare taxa Kaynartepeyê, di 25’ê îlonê de bi Bîryarnameyeke Serokkomariyê weke “qada xeter” hat îlankirin û ket çarçoveya vegûherîna bajarî. Têkîldarî mijarê Hevseroka Odeya Avahîsazan Selma Aslan ji ajansa me re behsa wan projeyan kir. 
 
* Di çarçoveya projeyên veguherandina bajarvaniyê de Amed hedef tê girtin, çima Amed û çi tê armanc kirin?
 
Di sala 2008’an de li seranserê cîhanê qeyranek aborî pêk hat. Tirkiyê ew qeyranê bi projeyên înşaatê xwest bi ser bikeve. Xweza, civak, qadên dîrokî û çandî li derveyê hişt û tenê ji bo bidestxistina rantê nêzik bû. Bi vî awayî fikirî ku li ser wê qeyranê were. Di encamê de qadekê mezin ya Tirkiyê ji qadên înşaetê re hat vekirin. Ji aliyek qadên civakî ji bo înşatê hatin vekirin ji aliyek din jî bi projeyên veguherandina bajarvaniyê ew qadên civakî hatin fireh kirin. 
 
Mînakên herî berbiçav Sûr û Rezan bûn. Wekî ku tê zanîn li Sûrê pêvajoyekî pevçûnê hat jiyandin û ligel vê yekê di bin navê ewlekariyê de 6 taxên Sûrê re biryara îstîmlaqkirinê hatibû dayin. Ji ber vê biryare, şêniyên wir bi neçarî koç kirin. Her wiha vehûna dîrokiya bajarê jî hat xirab kirin. Li şûna wan avahiyên hatine hilweşandin ji aliyê TOKÎ’yê ve gelek avahî hatine çêkirin. Lê belê ev avahiyên nû ji bo kesên bijartî û dewlemend hatin bikaranîn. Şêniyên Sûrê ku ji neçarî ji malên xwe hatibûn derxistinin dîsa di xaniyên herî xirab de bi cîh bûn. 
 
Ligel van yekan di qanûna hejmara 6306'an a têkildarî ‘veguherandina qaden di bin xetereyê de’ taxa Kaynartepe ya Rezanê jî cih girtibû. Bi vî awayî wê dîsa gengaze ku şêniyên Rezanê jî wekî şêniyên Sûrê bên mexdûr kirin. Armanca projeyen veguherandina bajarvaniyê divê îstîhdamkirina civakê be lê belê helwesta Tirkiyê ya li ser vê babetê aşkere dike ku tenê bidestxistina rantê ye. 
 
Niha li taxa hunerê jî projeyek hatiye destpêkirin. Tê gotin ku xebatek ji bo sazkirinê ye. Lê di vê rewşa pandemiyê de bi çi pêdivî hebû ku niha dest pê kirin. Jixwe esnafên wê jî diyar dikin ku di rewşa pandemiyê de nedikariyan xebatê bikin wê demên pêş de jî ji ber ew projeyê mimkûn e ku di xebatên wan de astengî derkeve. Derheqê projeyê de niha tu serlêdan û daxuyaniyek ji bo çapameniyê nîn e. Em jî baş nizanin ku li wê çi tê armanc kirin.
 
* Her wiha bi projeya çêkirina rêya trenê dîwar li dorê tê çêkirin çima? Çima bajaran ji hev diqetînin?
 
Midûriyeta Xeta Tirenê, bi hinceta pêşî li ber qezayan bigire li dor rêya trênê dîwar datîne û bi vî dîwarê Amedê dikin du parçe. Dê dîwarekî 24 kîlometre dirêj bê çêkirin û heya niha yê hatiye çêkirin Semta Ofîsê û navçeya Rezanê ji hev veqetandiye. Li gorî me ew proje li şûna çareserkirina pirsgirêkên bajêr, veqetandina bajêr û qirêjahiya derdorê ye. Me bertek û nerazîbûnên xwe anî ziman lê bele hê doza ku me li dijî vê projeye vekiriye encam nebûye. Aşkere ye ku ev proje pêwêndî, bazarvanî û bajêrê dixe du şeq. Di demên dawiyê de dîwarên ku di bin navê ewlekariyê de dekevin jiyana me yek ji wan jî ev proje ye.
 
* Di projeyên veguherandina bajarvaniyê de çima bi taybetî cihên xizan tên bijartin?
 
Belê, ne tenê taxên Sûr, Rezan, Beûsen tên bijartin. Li Tirkiyê projeyên veguherandina bajarvaniyê bi giştî li taxên xizan tên pêkanîn. Bi wan projeyan ligel bêmaliyê pirsgirêkên civakî derdixîne. Di encamê de jî bi rûxandina xwezayê bajarên bê nasname û bi pirsigirêk tên afirandin.
 
* Şêniyên ku ji taxan wê bê derxistin, ji bo wan wê çi bê kirin?
 
Bi wan projeyan ku şênî ji taxan tên derxistin, mixabin pêvajoyekî xirab di pêşiya wan de hene. Ji ber sedema qadên ku di bin xetereyê de ne esas tê girtin, wê hemû qad bên valakirin. Heke em li ser projeya ku li ser Rezanê tê kirin biçin; Ri Rezanê nêzî 10 hezar şênî lê dijîn. Heke ev qad hemû bê xirab kirin dê dîrok, çand û sêwirandina wê qadê jî biguhere. Ligel vê bi plansaziya “modern” hemû qad dûbare tê şayesandin. Bi vî awayî dibe ku bi vê projeye li qada ku jinûve tê çêkirin 4 hezar an jî 5 hezar şênî bi cîh bibin. Ji bo yên kesên din jî bi firotina TOKÎ’yan gel wê bên deyndar kirin. Ev 5 hezar şênî jî dîsa ji bo ku avahiyên nû de bicîh bibin dîsa wê bên deyndarkirin. Lê ev tiştên ku min got, îhtîmalên erenî ne. Ji ber ku niha li ser civakê qeyranek giran heye ku hê nikarin debara xwe ya rojane bikin. 
 
Bi kurtasî mimkûn e ku êdî xelk ji bo ku di malekê de xwe bihewînin nemîne. Ew jî encama polîtîkaya bêmaliyê ye. Hejmarên ku min diyar kir ji bo mînakê bû lê dîsa dibêjim ku ev îhtîmalên herî baş in. Mixabin ew rewş dê zêdetir xirab bibe. Dema ku ev proje hat sepandin şêweya jiyana şêniyên wan taxan jî wê biguhere. Di vê hêlê de jî ji ber ku şêweya civak û çandî diguherîne em dikarin bêjin ku di heman demê de polîtîkayek bişaftinê ye.
 
* Bajarek çawa dixwazin ava bikin? Li dijî van projeyan alternatîfên we hene gelo?
 
Tiştê ku ez dibinim ew e, têkiliya cih û mirovê terza jiyana mirovan jî dîafirîne. Wekî ku tê zanîn avahiyên TOKÎ yek şêwe ye. Bi vî awayî şêwêyên yek mirovî tê afirandin. Yên ku tekiliyên wan ên cîrantî tune ye, ji jiyanê qetandî û dîsa di bin navê ewlehiyê de jiyanên dorpêçkirî dikevin pêşberê me. Bi van tiştan wê gel tên mehkûmkirin. Helbet li dijî vê alternatîfên me jî hene. Bi sereke divê armancên di bin navê projeyên veguherandina bajarvaniyê de ku tê kirin, bi gel re bê parvekirin. 
 
Di vê pêvajoyê de divê em ji gel bipirsin ku di şert û mercên çawa de dixwazin bijîn. Pêwist e ku bi daneyên fermî bê tevgerandin. Qadekî ku di bin rîskê de ye li ser proje tê çêkirin Lê li ser vê projeye hê jî plansaziyek nehatiye kirin. Ji ber ku dane û plansaziyan parve nakin. Her wiha divê projeyên ku li ser gel pêk tînin, bi awayekî zelal bê meşandin. Herî dawî jî divê bajarek ku ji bo îstîhdamkirina jin, zarok û astengdaran bê armanc kirin. Ne ku rûxandina xwezayê û derdorê bê pêkanîn.”