ROJEVA 30'Ê KANÛNA 2020'Î

  • 09:00 30 Kanûn 2020
  • Rojev
*Rêvebera Komeleya Mafê Mirovan a Herêma Cizîrê Evîn Cûma derbarê tundiya ku li ser jinê tê kirin de dide diyarkirin ku tundî, zext û êrîş bandoreke neyînî li ser derûniya jinan dike. DÎMEN HEYE
 
*Şoreşa Rojavayê Kurdistanê bi şoreşa jinê tê pênasekirin û jinan di sala 2020'î de gavên mezin avêtin û car din mohra xwe li dîrokê dan.
 
*Hevseroka Odeya Avahîsazan Selma Aslan têkîldarî projeyên veguherandina bajarvaniyê axivî û got: “Dema ku ev projeyên veguherandina bajarvaniyê hat sepandin şêweya jiyana şêniyên wan taxan jî wê biguhere. Di vê hêlê de jî ji ber ku şêweya civak û çandî diguherîne em dikarin bêjin ku di heman demê de jî alavê polîtîkayê bişaftinê ye.” BI DÎMEN  
 
* Sehep Sayan a ku xizma girtîyê di Girtîgeha Alanyayê de ye ragihand ku di girtîgehê de kesên ku piştî dora wan a girevê diqede û dest ji gireva biçîbûnê berdane cazayê hûcreyê li wan tê birîn. Sehepê ji bo ku dawî li gireva birçîbûnê bê anîn daxwaza hildana tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan kir.  DÎMEN HEYE
 
* Endama Koordînasyona Kongreya Star a Bakur û Rojhlatê Sûriyê Mûna Yusif, dîlgirtina Hevseroka KCD'ê Leyla Guven şermezar kir û ev tişt got: ”Dewleta tirk pêşengên me hedef digire ku careke din jinan mecbûrî koletiyê bike. Me ked daye ji bo ku em jiyaneke bi rûmet bijîn, serkeftin ya me ye.”  DÎMEN HEYE
 
*Berdevka TAJÊ Sebîha Sebrî kar, xebat û bûyerên di sala 2020’an de derketin pêş nirxand. Sebîha da zanîn ku ew dixwazin sala 2021'an ji bo wan bibe sedema hêviyên mezin û got wan li hember hemû êrişan di sala 2020'î de jî li berxwe dane.  DÎMEN HEYE
 
* TJA û HDP'yî ji bo girtiyên siyasî kart bişînin. Parlementer Pero Dundar û Ebru Guven beşdar dibe (10.00) BI DÎMEN