'Leyla Guven ji bo aştî û azadiyê têkoşîn da'

  • 15:36 29 Kanûn 2020
  • Rojane
AMED - Meclisa Dayikên Aştiyê ku derbarê Hevseroka KCD'ê Leyla Guven de daxuyanî da, diyar kir ku Leyla ji bo aştî û azadiyê têkoşîn daye, girtina wê biryarek ne di cih de ye û divê bê berdan.  
 
Endamên Meclisa Dayikên Aştiyê derbarê cezayê hepsê yê 22 sal û 3 meh ku li Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven hat birîn li avahiya xwe daxuyanî dan çapemeniyê.
 
Daxuyanî li ser navê dayikan ji aliyê endama meclisê Raîfe Ozbay ve hat dayîn. Raîfe diyar kir ku ew cezayê li Leyla Guven hatiye birîn şermezar dikin û got, "Em her kesên ku ji bo mafên xwe di greva birçîbûnê de ne û li sirgûnê ne silav dikin. Dilê me bi wan re lêdide û heta ji destên me bê em ê bi wan re di hevkariyê de bin.
 
'Leyla heq û hiqûqê dixwaze'
 
Raîfe diyar kir ku Leyla Guven, têkoşîna maf, hiqûq û azadiyê dimeşîne û ev tişt got, "Di destên wê de çek tune bû, tu zerar nedabû kesekî. Ew şanaziya me ye û ji bo aştî û azadiyê têkoşîn da .Wê cezayê lê hatiye birîn heq nekiriye. Em dixwazin ku Leyla serbest bê berdan. Divê ev ceza demildest bê rakirin. Em vî cezayî şermezar dikin.  Ji zilmê re dibêjin na.  Em edaletê dixwazin.  Em jiyaneke bi rûmet dixwazin. Em bi Leylayê re di hevkariyê de ne û wê silav dikin."