Ji bo girtiyên di grevê de ne name hatin şandin

  • 15:19 29 Kanûn 2020
  • Rojane
STENBOL - Ji bo piştigiriya girtiyên di greva birçîbûnê de Meclîsa  Ciwanan a HDP’ê li Stenbolê name şand. 
 
Endamên Meclîsa Ciwanan a HDP’a Stenbolê ji bo piştevaniya girtiyên li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û binpêkirinên mafan ên li girtîgehan di greva birçîbûnê de ne name şand. Ciwanên HDP’yî li avahiya Rêxistina HDP’ê ya Bajêr a Stenbolê hatin cem hev û pişt re jî derbasî Şaxa PTT’ê ya Navçeya Beyoglûyê bûn û name ji girtiyên ketine greva birçîbûnê re şandin. Ciwanan piştî name şandin banga xwedîderketina daxwaza girtiyan kirin.