TAJÊ xebatên xwe yên salekê bi raya giştî re parve kirin

  • 14:43 29 Kanûn 2020
  • Rojane
ŞENGAL - TAJ'ê bi daxuyaniyekê kar û xebatên xwe yên sala 2020 bi raya giştî re parve kirin û ji bo sala nû azadiya  di serî de azadiya jinên êzidî ji bo hemû jinan azadî pêşniyaz kir.
 
Tevgera Jinên Êzidxanê (TAJÊ) bi daxuyaniyeke nivîskî ku weşand kar û xebatên xwe yên salê nirxandin û ji bo sala nû ev peyam da: " Bi dawikirina sala 2020’î û bi destpêkirina sala nû, bi azadiya Rêber Apo’re em daxwaza azadiyê û bilindkirina tekoşîna azadiyê di serî de ji bo jinên êzîdî, ji hemû jinên bindest û azadîxwaz re dikin. Sala ku bi rihê berxwedanm pêşket, wê di sala nû de geştir bibe û serkeftinên giranbûha bên destxistin. Serkeftina me ya bingehîn  azadiya Rêber Apo ye. Azadiya Rêber Apo azadiya hemû jinên êzîdî, bindest û azadîxwaz e. 
 
Berdewamiya daxuyaniyê wiha ye: 
 
"Di çarçoveya pêngava Komelên Civakên Kurdistan ku bi dirûşma ‘Bes e ji tecrîd, faşîzm û dagirkeriyê re; dem dema azadiyê ye’ da destpêkirin, bi çalakiyên xurt û berxwedêr heta roja me ya îro ev pêngav berdewam dike. Bi destpêkirina vê pêngavê re wek Tevgera Azadiya Jinên Êzîdxanê(TAJÊ) di pêşengtiya jinên êzîdî û tevahî pêkhateyên Şengalê, me tevlîbûna xwe bi daxuyaniyek ragihand û rojane tevlîbûna me bi çalakiyên cûr be cûr berdewam kir. Her wisa di berdewamiya vê pêngavê de Komelên Jinên Kurdistan jî pêngavek bi dirûşma "Li hember qirqirina jinê, dem dema parastina jina azad û civakê ye’’ da Destpêkriin û ev pêngav li her çar aliyê cîhanê belav bû.  Jinên azadîxwaz, tekoşer û berxwedêr vêpêngavê bi çalakiyên rojan e,  bi berpirsiyartiyên mezin pêşîwaz kirin. Bi armanca xurtkirin û piştgîrîdayîna van pêngavan, TAJÊ  ji bo azadiya serokatî pêngavek da destpêkirin û di vê çarçovê de jinên êzîdî tevlî çalakiyan bûn û di her alî de li mafê xwe, li azadiya xwe û parastina civakê xwedî derketin.  Li ser vî bîngehî heta roja îro xwedîderketina vê pêngavê bi hişyariya li hember pirsgirêkên civakê û pêşketinên rojane re didom e. Bi rihekî berxwedêr û tolgirtinê  heta dawiyê tevlîbûnek jinên êzîdî di asta pêşeng de derket holê. Li dora fikrê serokatî kombûyîn, ji bo azadiya Serok çalakî, semîner, cîvîn, daxuyanî herwiha xwe rêxistin kirin û li hemberî civaka xwe di asta herî jorê de xwe berpirsyar ditîn derket pêş. 
 
Jinên êzidî bûn xwedî sekneke çalak
 
Jina êzîdî azadiya Rêber Apo wek azadiya xwe dît û li hemberî her cure êrîşên wekî tecrît, xirabkirina şert û mercên jiyanê û herwekî din de hişyar tevgeriya û timî bû xwedî sekneke çalak.  Wek tê zanîn tacîz û tecawûzên ku li hember jin û zarokan pêk tên, taybetî ji aliyê hêzên dagirker û dewletê wek rêbazek desthilatdarî, xistina bin vênerîna xwe û bêdengkirinê pêşdikeve. Bê gûman dema kiryarên bi vî rengî pêşdikevin, di nav civakên ku xwedî nirx-darezên hişk in kuştin, qetlîam û xwekujî pêşdikeve. Pêşxistin û domandina çanda tecawûzê rêbazeke qirkirin û fermana li ser civakê ye.DAIŞ dema 2014’an êrîşî Şingalê kir,di serî de dest avêtin jin û zarokan. Tacîz, tecawûz û kiryarên herî ketî, bê ehleq li hember jina êzîdî pêşketin û jin di bazaran de bi heq pêşkeşî firotinê kirin. Bêgûman ev alîyekî  herî berçav e, lê divê mirov vê yekê tenê ji aliyekî de negire dest. Lêbelê ne tenê di asta zayendî de, di hemû çavkaniyên jiyanê de ev çand hatiye rûnişkandin.
 
Eqûbeta jinên Şengalê hat pirsîn
 
Taybetî jinên ku 2014’an dema fermanê ketin destê DAIŞ’ê ji bo aqubeta wan û lêpirsînê jî kar û xebat hatin meşandin. Gelek ji wan hatibin rizgarkirin jî lê gelek ji wan aqubeta wan ne diyar e. Ev mijar jî mijareke tekoşîn û xebata TAJÊ ye ku li ser vê tekoşîneke bê hempa tê meşandin. Herwiha jinên ku hatine rizgarkirin bi polîtîqayên cuda re rû bi rû dimînîn. PDK’ê di fermana 74 ‘an de xiyanet li me kir, ev yek têr nekir, wek berdewamiya vê jî jinên ku bi berdelên pir mezin ji destê DAIŞ ê hatine rizgarkirin bi hişmendiyekî paşverû û desthilatdarîyê dişînîn dervayî welat. Li wir bi saziyên taybet yê jinê ji çand ol û axa xwe dur tên xistin. Wisa dikin ku dixin nexweşxaneyekî taybet bi navê psîkoterapiyê ji hepsekî din dikevin hepsekî dinê.
 
Pêngava vegera li şengalê hat destpêkirin
 
Di vê salê de  pêngavek gîrîng jî vegera şêniyên Şengalê û ji nûde avakirina Şengalê bû. Li ser esasê bangavaziya Rêveberiya Xweser pêl bi pêl vegera şêniyên Şingalê dest pê kir û heta niha bi hezaran însan vegeriyan ser axa xwe. Rolekî TAJÊ di vê vegerê de ji bo pêşwazîkirina gel û eleqedarbûyîna bi jinan re hat pêşxistin û tekîldarî vê mijarê gelekî kar û xebat hatin meşandin. Vegera gel pir rumet e û hişyariya li hember ax, çand û ola xwe ya êzdayetî ye, pîroz û bi nirx e.
Di 9’ê Cotmehê wek berdewamiya komploya li ser rêber  Apo û operasyonên li ser GrÊ Spî û Serêkaniyê, herwiha wek perçeyekî fermana 2014’an hevpeymanek hat îmzekirin. Hevpeymana ku 1’ê cotmehê îmze kirin, 9’ê cotmehê îlan bû.  Ev jî peyamek qirkirina civaka êzîdî ye. Destkeftiyên ku ev heft sal e ji aliyê civaka êzîdî û jinên êzîdî ve pêşketiye dixwazin tûne bikin û pergala xweseriyê, parastina cewherî ji holê rabikin. Şengal, piştî peymana di navbera Bexda û Hewlêrê de careke din bû rojeveke herêmî û navneteweyî. Beriya 9'ê Cotmehê ku hikûmeta navendî ya Iraqê û hikûmeta herêma Kurdistanê, peymanek der barê Şengalê de îmze kir, gelek komplo û pîlan li dijî Şengalê hatibûn amadekirin. Di vê peymanê de îradeya pêkhateyên Şengalê û Rêveberiya Xweser  esas nehatin girtin, helbet ji komployên din ên li dijî Şengalê ne dûr e. Komploya 9'ê Cotmehê jî wekî xelekeke ji zincîrên komployên li dijî Şengalê di sedsala 21'ê de ye.
 
Rêxistinên jinan piştgirî dan
 
Bê gûman çawa ku di vî alî de civaka êzîdî bû xwedî helwestên mezin, jina êzîdî û dayikên êzîdî jî şev û roj li ser piyan bûn û li hemberî vê komploya qirêj tekoşîneke bê hempa meşandin. Jin him di milê çalakî de, him di milê rêxisitnkirinê de him di milê şiyarkirina gel de pêşeng bûn û dengê xwe gihandin hemû cîhanê. Bertekên jinên êzîdî, hêrsa jina êzîdî û gumana ku fermanek din were jiyîn, bi rihekî berxwedaniya bê hempa û bi şiyarbûnekî pir mezin çalak tevgeriyan ev yek bandorekî pir mezin çêkir, li hemû perçeyên Kurdistanê û dervayî welat piştgrî û bersivek xurt dan vê tekoşînê û beşdarî vi rihî bûn. 
Di dîroka jina Êzîdî de cara yekê jin û dayik ji bo xwedî li nirxên xwe û destkeftiyên xwe derkeve li Bexdayê hevditînên cûr bi cûr pêşxistin û ev hevdîtîn bi gelek rayedarên dewletê re pêşket û di heman demê de li Başûrê Kurdistanê jî li gel rêxistinbûnên jinan hevdîtîn kirin û dijî vê tifaqê piştgiriyên pêwist ji aliyên rêxistinbûna jinan ve pêşket.
 
Tifaqa hemû jinên li şengalê hat armanckirin
 
Di pêşengtiya TAJÊ de kar û xebatên sala 2020’î bi armanca azadiya serok, tinekirina komplo û tifaqan herwiha ji bo xurtkirina yekîtîya jin, di bin sîwana jinên  êzîdî de tevahî jinên êzîdî û pêkhateyên Şingalê û yên li çar aliyê cîhanê, tekoşîn bilindbû û di pêşengtiya TAJÊ de ne tenê tifaqa jinên êzîdî tifaqiya hemû jinên Şingalê hat armanckirin, ji bona vê di her alîyê civakê de kar û xebat hatin meşandin. Li ser vî esasî jinên ereb, aşûrî, şîa, suryanî, tirkmen gihan hev û ji bo parastina nirxên xwe û civaka Şingalê ve nîqaş, perwerde, civîn hatin pêşxistin. Wekî mînak li Geliyê Şîlo cara yekêmîn 150 jinên ereb û êzîdî gihan hev û ji bo tifaqiyê û hevgirtinê xurt bikin cîvîn li dar xistin nîqaşên giranbûha meşandin.
 
Bila jin xwedî li destkeftiyên xwe derkevin
 
Sala nû de em bang li hemû jinên êzîdî dikin ku xwedî li destkeftiyên xwe derkevin. Nirx û destkeftiyên Şengal, bi berdelên giran bûha hate avakirin. Di pêşengtiya jinên êzîdî û bi cangoriyên şervanên azadiyê, keç û xortên Êzîdxanê YBŞ, YJŞ, asayîşa Êzîdxanê û Rêveberiya xweser, herwiha sazî û dezgehên hatine avakirin. Lewma di vê sala nû de bi rihê berxwdanê, bi sekin û vîna azad divê hemû jinên Şingalê, xwedî li nirxên xwe derkevin û ji bo parastina van destkeftiyan şev û roj li ser piyan bin. Em di serî de sala nû ya 2021 li rêber Apo, hemû jinên êzidî û jinên tekoşer û hemû dayîkên şehidan piroz dikin. Em di we baweriye denê ku sala 2021 bibe sala azadiya Rêber Apo û misogerkirina xweseriya Şengale.