Ciwanên li Mexmûrê: Em ê berxwedana xwe bidomînin

  • 11:52 29 Kanûn 2020
  • Rojane
MEXMÛR - Li Mexmûrê bi pêşengiya Meclîsa Îştarê ji bo piştevaniya greva birçîbûnê ya li zindanan greva birçîbûnê hat destpêkirin didome. Jinên ku tevlî grevê bûn wiha gotin: "Em bi çalakiya xwe piştgiriyê didin hevalên xwe yên zindanan. Her wiha em ê heta dawiyê çalakiya xwe bidomînin. 
 
Li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û binpêkirinên mafan ên girtiyan ji aliyê girtiyên PKK'yî û PAJK'î ve di 27'ê Mijdarê li girtîgehên herêmê û Tirkiyeyê greva birçîbûnê ya bêdem û dorveger hatibû destpêkirin. Çalakiya girtiyan îro ket roja 33'yan. Ji bo piştgirîdayina çalakiyê li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) bi pêşengiya Meclîsa Îştar a Mexmûrê çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û dorveger hat destpêkirin û çalakî heta îro jî didome.  Jinên ku tevlî çalakiyê bûn nêrînên xwe ji ajansa me re anîn ziman 
 
‘Em berxwedana zîndanan silav dikin’
 
Gulê Uçar bal kişand ser berxwedana girtiyên siyasî û wiha got: “Di serî de em berxwedana hevalên girtîgehê silav dikin. Em jî weke ciwanên Mexmûrê armanca me ji vê çalakiyê ew e ku ew tecrîda giran kirî li ser rêbertiya xwe bişkînin. Heta ku em agahiyekê ji rêberê xwe negirin em ê her dem çalakiyên xwe bidomînin.”
 
‘Pêwîste ciwanên kurd her ji piyan bin’
 
Aynur jî armanca xwe ji vê çalakiyê wiha bi lêv kir: “Em jî weke koma 6’emîn berxwedana hevalên zîndanan silav dikin. Em bi vê çalakiya xwe piştgiriyê didin çalakiyên wan. Ji bo em rêberê xwe azad bikin pêwîste hemû ciwan û Gelê Kurd li ser piyan bin û çalakiyan bikin.”