Jina tundî lê hat kirin banga piştevaniyê kir

  • 09:06 29 Kanûn 2020
  • Rojane
Medya Uren
 
MÊRDÎN - Jina ku bi salan e ji aliyê mêrê ku pêre hatiye zewicandin ve tundî lê hatiye kirin bang a piştevaniyê kir ku ew û zarokên xwe ji vê ezyetê xilas bibin.
 
Roj derbas nabe ku buyerên tundîya li ser jinê rû nadin. Ji van jinanên yek jî C. E. ya ku bi qasî 10 salane  ji aliyê mêrê ku pêre hatiye zewicandin H. E. ve tundî lê tê kirin e.  C.E. Ji bo ku 4 zarokên xwe xwedî bike têkoşîna jiyanê dide. Kesî hewara wê nebihîst.  Ji bo ku dengê wê were bihîstin C.E. serî li hemû riyan da û hîn jî ev ev banga wê berdewam dike. C.E. piştî ku gelek caran gilî kir cezayê durxistin dan H.E.  Jiyana C. E. di metirsiyê de ye û ew daxwaz dike ku denge wê were bihîstin.
 
C.E. beriya 13 salan bi H.E. re hatiye zewicandin. Piştî zewacê H.E. 13 sal şûnde carekedin dizewice û hewiyê tîne ser wê. Piştî hêwî tê ser C. E. jiyana wê gelek tê guhertin. Her roj tundî lê tê kirin û bi zarokên wê gef lê tê kirin. Ew niha dayîka 4 zarokan e û temenê zarokê wê jî di navbera 4-12 de ne. 
 
‘Kesekî dengê min nebihîst’
 
C E. wiha dest bi axaftinê dike: “Me koletî qebûl kiriye. Ev 10 sal in ez îşkenceyê dikişinim, ji ber zarokan min heta niha li ber xwe da lê ez êdî nikarim û dibêjim êdî bes e. Belkî ez dereng jî mabim lê ez ê vê neheqiyê êdî qebûl nekim. Ji bo ku zarok bê bav mezin nebin min heta niha digot ez ê derbas bikim. Lê ez niha dinêrim ku ev rewş derûniya zarokên min nebaş dike. Ev demek dirêje ku min biryara hevberdanê daye. Lê dema min ev gilî kirin kesek dengê min nebihîst. Çareya herî dawî min xwe gihand polîsan lê wan jî baweriya xwe bi min neanîn û min vegerandin malê.”
 
‘Qêrîna zarokan di hişê min de ma’
 
C.E. tiştên ku di vê pêvajoyê de jiyaye wiha vegot: “Her roj bêyî ku hêcetek hebe li min dixist. Gava ku min dengê xwe derxista jî bera min dida û ez ji malê derdixistim. Carekê dîsa li min xist û ez wê demê jî bi zaroka xwe ya dawî du canî bûm, wisa li min xist ku ez ketim komayê. Demek dirêj ez nehatim ser hişê xwe. Min dixist odeyekî û derî li ser min digirt. Heta dereng ji bo vê yekê qêrîna zarokên min dihat û min nedikaribû li ber dilê wan jî bidim. Tundiya derûnî jî li ser min kêm nedikir. Her roja ku diçû ev rewş xirabtir dibû. Êdî ev jî têra wî nekir û ji bo ku min biêşîne li zarokên min dixist. Lawê min yê ku 12 saliye niha terka malê kiriye û çûye li cem diya min dimîne û ez dikim nakim nayê gel min. Zarokên min ên din jî dema bavê xwe dibînin ji tirsan direcifin.”
 
‘Heqaretê li min dikin û li min dixin’
 
C.E. êdî serî rakir û li dijî mêrê zordest berteka xwe nişan da.  Niha ji bo xwe û zarokên xwe têdikoşe. Karê paqijîya malan dike û bi keda destên xwe debara xwe û ya zarokan dike. C.E. wiha qala serîrakirna xwe dike: “Min got êdî ez bêdeng namînim. Hemû mayîna min ji bo rewşa aborî û tirsa mezinkirina zarokan bû. Niha ji bêguman ew tirs heye. Lê heta ku ez mafê xwe negirim ez ê li ber xwe bidim. Min dest bi kar jî kir. Vê carê jî ji neçarî zarokên xwe tenê dihêlim. Her cara ku ji malê derdikevim li dû min digirîn û dibêjin ji me dur nekeve. Car car ji bo tenê nemînin ez wan dibim parkê û li wir dihêlim. Gava ku ew li derve bin bêhtir di ewlehiyê de ne û dilê min rehet dibe.”
 
‘Wê min û zarokên min qetil bike’
 
C.E. wiha berdewam kir: “Ji ber ku ez dixebitim bi ser min de tên û ji min re dibêjin tu di karên pîs de dixebitî. Xezur, xesî û kesê pê re hatime zewicandin her  roj heqaretê li min dikin û li min dixin. Lê dema ku debara xwe nekim jî ew tucarî zarokên min xwedî nakin. Ev demek dirêje ne min ne zarokên min quruşek pere ji wî negirtiye. Ez bang dikim ku êdî dengê me were bihîstin. Piştî giliyên min mehek cezayê durxistinê dan wî. Lê herkes dizane ev ne çare ye. Di demeke nêz de ew ê ji girtîgehê derê û ev zilma wî dê dîsa dest pê bike. Ji ber wê  niha jiyana min di metirsiyê de ye. Wê min û zarokên min qetil bike. Ez banga piştevaniyê dikim.”