'Di serdema AKP'ê de destdirêjiya li zarokan zêde bûye'

  • 09:03 29 Kanûn 2020
  • Rojane
STENBOL - Endama Komeleya Berê Jin û Zarok parêzer Nîlda Baltali,  diyar kir ku li Tirkiyeyê daneyên debarê destdirêjiya li zarokêan kêm tên eşkerakirin û got, "Dema ku em li serdema AKP'ê dinêrin destdirêjiya li zarokan gelek zêde bûye .Ger ku em dixwazin rê li ber tundiya li zarokan bigirin, di serî de divê ku em bizanibin ev pirsgirêkek civakî ye. Divê em dînamîkên civakê biguhertin û têkoşîna polîtîk bidin."
 
Wezareta Dadgê ku heat sala 2019'an her sal daneyên sûcên hatine kirin di weşand, daneyên di navbera salên 2002 û 2017'an de ji ragihandinê re girtin. Wezareta ku daneyên diweşîne li gorî ktegoriya sucan diweşîne, di sala 2019'an de ev karê xwe nekir û tu kes nema dikare xwe bigihîne daneyên derbarê destdirêjiya li zarokan de.
 
'Daneyên ku wezaret radigihîne kêm in'
 
Endama Komeleya Berê Zarok û Jin Parêzer Nîlda Baltali diyar kir ku daneyên debarê destdirêjiya li zarokan de tune ne, dane tên hukumxwara di nav xwe de dihewînin û ji ber vê jî kêm in. Nîlda wiha berdewam kir, "Di warê sûcên destidrêjiya li zarokan de li gel ku gelek kes gûman bar in nayê girtin û biryarên beraetê yên di  vî warî de jî zêde ne. Tenê parvekirina daneyên hukumxwaran biryareke polîtîk e.  Wekî ku ev dane zêde bin tên dîtin. Dema ku em li serdema AKP'ê dinêrin di 20 salî de daneyên desstdirêjî û tundiya li jin û zarokan de gelek zêde bûne. Lê daneyên ku tên parvekirin kêm in. Divê dane bi awayê ku çen  kes girtî ne/ çend kes negirtî tên darizandin? Çend kes beraet bûne bên parvekirin. Ji ber vê ev dane kêm in."
 
'Di daraza gotina gûmanbar esas digire de zarok ne di ewlehiyê de ne'
 
Nîldayê destnîşan kir ku gotina zarokan di darazê de esas nayê girtin, tê piştguhkirin û ev tişt got, "Di hiqûqa me de li gorî kategoriya temen cudakarî tê kirin û bi vî awayî nirxandin tê kirin. Zarokek/î  di bin 12 salî re heta ku destdirêjî lê neyê kirin nkare vê xeyal bike. Ji ber vê jî di darazeke ku bi zarokan bawer nabe û gotina gûmanbar esas digire de zarok ne di ewlehiyê de ne."
 
'Pergal zarokan naparêze'
 
Nîdayê bi bîr xist ku berî hemû welatan Tirkiyeyê Peymana NY'yê ya debarê mafên zarokan de îmze kiriye, lê di warê pratîzekirina vê peyamanê de pirsgirêk hene û di dirêjiya axaftina xwe  de wiha got, "Pergala ku em tê de dijîn zarokan naparêze.  Hema çi bigire em her roj bûyerên ku mafên zarokan tên binpêkirin dibînin .Tenê ne di warê destdirêjiyê de di warê binpêkirina mafên zarokan de jî zêdebûn heye. Ez dikarim bibêjim ku di serdema pandemiyê de xebitandina zarokên 16 salî jî tercîheke bi zanebûn a hikûmetê ye."
 
'Daraz di serdema AKP'ê de hat bêhêzkirin'
 
Nîdayê got ku li Tirkieyeyê dijminantiya jinê tê kirin û zîhniyeteke paşverû serwer e û di berdewamiyê de ev tişt got, "Pêkanînên ku gotina zarokan esas nagirin gelek zêde ne. Darazeke ku van komên bê hêz bêhetir bê hêz dike heye. Ev hiqûqnasên ku di vê pargala darazê de pêş ketin bi pêkanînên AKP'ê yên paşverû hatin pêşxistin. Ji ber vê jî ev rewş me matmayî nahêle. Ji ber vê jî divê em bibin aliyê ku li dijî vê paşverûtiyê yê ku tariyê ronî dike."
 
'Divê dînamîkên civakê bên guhertin'
 
Nîdayê got ku destdirêjîkirin ne nexweşiyê, pirsigirêka civakî ye û got ku divê wekî bûyerên ne ji rêzê nêzîkatî li hemberî destdirêjiyê bê nîşandan. Nîdayê ev tişt got, "Dema ku em wiha nêz bibin sedema destdirêjiyê ji ber çav diçe. Mijaraa herî girîng jî ew e. Dema ku  Dema ku mirov destdirêjiya li zarokan wekî nexweşî û bûyerên îstisnayî neyê dîtin. Hikûmet jî niha vê dike. Ji ber vê jî bingeha têkoşîna li hember tundiyê ne pergala cezayê ye, divê îradeya ku civakê veguherîne hebe. Ger ku em dixwazin destdirêjî kêm bibe divê em dînamîkên civakê biguherînin."
 
'Em ji bo zarokan têdikoşin'
 
Nîdayê bal kişand ser xebatên Komeleya Berê Zarok û Jin jî û wiha got, "Endamên me yên psîkyatrîst û bijîşk her daîm rewşa zarokan temaşe dikin . Pêdiviyên zarokan ên cûr be cûr ji xizmetên civakî çêdibin. Em ji bo mafên zarokan têdikoşin."
 
Nîdayê herî dawî wiha got, " Em bang li parêzer, pisporên xizmeta civakî, civaknas, psîkyatrîst û psîkologan dikin ku serî li komeleya me bidin. Ji ber ku hejmara me çiqas zêde be em ê bikaribin ewqas zû xwe bigihînin zarok û jinên mexdûr."