ROJEVA 29'Ê KANÛNA 2020'Î

  • 09:00 29 Kanûn 2020
  • Rojev
*Berdevka Kongreya Star a Rojava Remziya Mihemed, kar û xebatên Kongreya Star ên sala 2020’an nirxand. Remziyayê da zanîn ku Kongreya Star sîwana parastina jinê ye û wiha got:"Xebatên sala 2020'an dîsa li ser esasê rihê têkoşîn û berxwedanê  me da meşandin. Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xebateke hevbeş a jinan heye, ew esasekî pir bingihîn e ku yekîtiya jinan ava dike. Bersiva li dijî dagirkerî û destdirêjiyê, rêxistbûyina jinê ye." DÎMEN HEYE
 
* Nûnerên partiyên siyasî girtina Hevseroka KCD'ê Leyla Guven şermezar kirin û gotin: "Dixwazin bi girtinan têkoşîna nûnerên kurd asteng bikin. Ceza ne tenê ji bo Leylayê bû ji bo Tegera Azadiya Kurd bû. Ji bo me hikmê vê cezayê nîne û divê em xwedî li têkoşîna wan derkevin." BI DÎMEN 
 
*Endama Komeleya Berê Jin û Zarok parêzer Nîda Baltaci,  diyar kir ku li Tirkiyeyê daneyên debarê destdirêjiya li zarokêan kêm tên eşkerakirin û got, "Dema ku em li serdema AKP'ê dinêrin destdirêjiya li zarokan gelek zêde bûye .Ger ku em dixwazin rê li ber tundiya li zarokan bigirin, di serî de divê ku em bizanibin ev pirsgirêkek civakî ye. Divê em dînamîkên civakê biguhertin û têkoşîna polîtîk bidin." DÎMEN HEYE
 
*Koordînatora Projeyê ya  DEMOS'ê Guley Bor a bertek nîşanî pêşnûmeya zagona ku ew ê rê li ber tayinkirina qeyûman a komele û rêxistinên sîvîl ên civakî veke da zanîn ku ji ber rêxistinên civakî yên sîvîl binpêkirina mafan îfşa dikin êriş li ser tên kirin. Endama Damezrêner a Weqfa Aştiyê Azime Bilgin jî da zanîn ku ew ê STK di vê serdemê de bêtir bên gel hevdu û xebateke hevpar bidin meşandin. 
DÎMEN HEYE
 
*Komeleya ROSA'yê  ku di 29'ê Kanûna 2018'an de li Amedê hat damezrandin heta roja îro gelek êrîş lê hatin kirin.  Seroka Komeleyê Adalet Kaya bal kişand ser têkoşîna xwe ya du salan û got, "Em ê têkoşîna xwe li her derê bidomînin. Li dijî qadan xweser ku me bi dest xistine gelek êrîş tên kirin. ROSA'yê hêz da me. Em bi hebûna ROSA'yê kêfxweş in." BI DÎMEN
 
*Jina ku bi salan e ji aliyê mêrê ku pêre hatiye zewicandin ve tundî lê hatiye kirin bang a piştevaniyê kir ku ew û zarokên xwe ji vê ezyetê xilas bibin. BI DÎMEN
 
*Li Taxa Xaçortê jinên ku derdikevin ser baniyan, ji alîyekî kêfxweşiya tava zivistanê dijîn û ji alîyekî de jî bi awayê kolektîf karên xwe yên rojane dikin. DÎMEN HEYE
 
* Li Şehbayê derbarên êrîşên li hemberî jinê de dê daxuyanî bû dayîn (11.00) BI DÎMEN 
 
* Meşa Kongreya Star a li dijî êrîşên li hemberî Eyn Îsayê y(12.00) BI DÎMEN