'Ji bo edaletê em ê tekoşîna xwe bidin'

  • 15:43 28 Kanûn 2020
  • Rojane
WAN - Rêxistina HDP’ê ya Wanê ji bo bîranîna salvegera komkujîya Roboskîyê daxûyanîyek da. Di daxûnîyê de hat gotin ku heya ku edelet nehê cih ew ê tekoşînê bidin.
 
Rêxistina Partîya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Wan ê, têkildarî komkujîya Gundê Roboskîyê ya Şirnexê ku di 28’ Kanûna 2011’an de di encama bombebarandina Hêzên Çekî yê Tirkiyeyê  (TSK) ê ji wan 17 heb zarok 34 kesan jîyana xwe ji dest dabûn de bi çapemenîyê re daxûyanîyek da. Ji bo daxûyanîyê  aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), Rêxistina Partîya Herêmên Demokratîk ( DBP) a Wanê, 
Komeleya Piştevanî û Alîkariyê ya Xizmên xwe li Dergûşa Şaristaniyê Winda Kirine (MEBY-DER) beşdar bûn. Hevserokê Partîya HDP’ê yê Artemêtê Nedîm Şîpal daxûyanî xwend. 
 
‘İktidar tîne sûcdaran xelat dike’
 
Di daxûyanîyê de hat gotin ku Komkujiya Roboskiyê li dijî Gelê Kurd hatîye kirin û ev jî yek ji wan komkujiyên ku bi destê TC’yê tê kirin. Eger ev komkujiya ku bû sedema mirina 34 kesan li welatekî din bibûya wê serokê wan welatan ji karê xwe îstîfa bikirana lê li Tirkîyeyê tenê kesekî jî îstîfa nekirîye û bi ser de  jî kesên ku ev kokujî kirin tên xelatkirin. Her wiha malbatên ku nasên wan hatin qetilkirin jî bi bêedeletî û bêhiquqîyê re rûbirû hatin hiştin. Îktîdara AKP û MHP’ê  ji xwedîderketina me ya dozê jî ditirsin. Ew çi bikin jî em dest ji vê dozê bernadin û em ê Roboskî jî komkujiyên din jî ji bîr nekin.
 
‘Em ê hesabê vê komkujiyê bipirsin’
 
Di daxûyanîyê de bal kişandin ser bêedaletîya Tirkîyeyê û hat gotin ku ew ê wek Kurd di vê mijarê de bi israr bin. Kesên ku ev sûc kirine derfetên îkdîdarbûnê bi kar tînin lê ew ê miheqeq hesabê vî tiştî bidin gel. Ev bêwîcdanî û bêhiquqîya wan wê dawî lê bê û ew ê bên darizandin. Em di sala 9’emîn ya Komkujiya Roboskîyê de carek din naletê li wan tînin. Em ê tu caran dev ji vê dozê bernedin û heta ku edalet bê cih em ê li ber xwe bidin.