Daxwaza edaletê ya ji bo Roboskiyê hat dubarekirin

  • 14:15 28 Kanûn 2020
  • Rojane
ENQERE - Hewldana ji bo Roboskiyê Edalet di 9'emîn  salvegera Komkujiya Roboskiyê de daxwaza edaletê nû kir û got:"Rêya aştî û edaletê wê teqez di Roboskiyê de derbas bibe."
 
Hewldana ji bo Roboskiyê Edalet têkildarî salvegera 9’emîn a Komkujiya Roboskiyê li Şaxa ÎHD’ê ya Enqereyê civîna çapemeniyê li dar xist. Parlamenterê HDP’ê yê Edeneyê Kemal Pekoz û rêveberên ÎHD’ê beşdarî civînê bûn. Endama Desteya Rêveberiya Giştî ya ÎHD’ê Nûray Çevîrmen daxuyanî da. 
 
'Heta edalet neyê Roboskiyê edalet nayê Tirkiyeyê'
 
Nûray destnîşan kir ku bi balafirên şer bombe bi ser zarok û ciwanên kurd ve hatin barandin û li gel 108 meh, 470 hefte, 3 hezar û 288 roj bi ser komkujiyê re derbas bûne jî hîn edalet pêk nehatiye. Dixwazin ser komkujiyê biniximînin û drama mirovatiyê ya li Roboskî bidin jibîrkirin. Heta edalet neyê Roboskiyê edalet nayê Tirkiyeyê. Tiştê bi serê me de hatiye nebûna dewlet, bêcezatî, şer û bêedaletî ye. Em ê we rehet bernedin. Rêya aştî û edaletê wê teqez di Roboskiyê de derbas bibe."
 
Parlamenter Kemal Pekoz jî anî ziman ku Komkujiya Roboskîyê bi zanebûn û bi xwestekê pêk hatiye û qiymeta qûrbaniyan ji bo îqtîdarê nîne.