Greva birçîbûnê ya Mexmûrê bi dewr girtina koma 6'an didome

  • 11:40 28 Kanûn 2020
  • Rojane
MEXMÛR - Greva birçîbûnê ya ku bi pêşengiya Meclîsa Îştar a Mexmûrê ve ji bo piştgirî bidin greva birçîbûna girtiyan hatî destpêkirin bi dewr girtina koma 6'an didome. 
 
Di 27'ê mijdarê de ji hêla girtiyan ve li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û binpêkirina mafên girtiyan greva birçîbûnê ya bê dem û bi dorveger hatibû destpêkirin. Ji bo piştgiriyê bidin greva birçîbûnê ya girtiyan li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûrê) bi pêşengiya Meclîsa Îştarê greva birçîbûnê hat destpêkirin. Îro koma 6'an çalakî dewr girt. 
 
Çalakî di 18'ê kanûnê de hat destpêkirin û du rojan carekî kom diguhere. Îro nûnerên saziyan çalakiya xwe dewrê Tevgera Jinên Ciwanên a Mexmûrê (TJCM)’ê û Tevgera Ciwanên a Mexmûrê (TCM) kirin. Bi merasîmekî çalakî hat dewir girtin.
 
Li ser navê koma 5’a Wesila Gabarî axivî û got: “Em wekî gruba 5’êmîn çalakiya xwe diyarî Rêbertî û girtiyên azadiyê dikin. Em wekî jin piştgiriya xwe ji bo Leyla Guven dikin, dijmin nikare îrada jinek û dayikêk bişkenê. Em ê heta azadiya rêberê xwe çalakiya xwe bidomînin." 
 
Merasîma dewir girtinê bi drûşmeya ”Jin jiyan azadî” û "Bijî Rêber Apo” bi dawî bû.