Li Mexmûrê Komkujiya Roboskî hat şermezarkirin

  • 11:30 28 Kanûn 2020
  • Rojane
MEXMÛR - Bi minasebeta salvegera Komkujiya Roboskî li Mexmûrê daxuyanî hat dayîn û wiha hat gotin: "Ne tenê li Roboskî, Dêrsîm, Zîlan, Helepçe û bi dehan cihên cûda gelê me bi komkujiyan re rûbirû ma ne. Lê em tucaran dev ji berxwedana xwe bernadin."
 
Malbatên Roboskî û ên li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) dijîn bi boneya 9’emîn salvegera komkujiya Roboskî daxuyaniya çapemeniyê dan. Daxuyanî li Saziya Malbatên Şehîdan bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir û di merasîma bîranînê de wêneyên kesên ku li Roboskî hatin qetilkirin hatin rakirin. Daxuyanî ji aliyê Gûlan Encû ve hat xwendin.
 
Daxuyaniya ku hat dayîn wiha ye: “Hevalên heja û gelê welatparêz îro salvegera komkujiya Roboskî ye. Bi vê minasebetê ji bo parvekirina êşên xwe em hatin gelhev, dibe ku wek ferdek yê malbatê li pêşiya we me, lê ji bir nekin ku dûh Helepçe, Zîlan, Dersîm bû, îro ji Roboskî ye û sibê wê kijan be ne diyar e. 
 
Lê divê em baş bizanibin ku dijminê netewa me her tim qirkirinê li ser me ferz dikin. Ji bo wê ji hemû rêyên tunêkirine ji xwe re mafdar dibînin. Lê ya ku me şaş dike yên ku xwediyê vê welatî parçe dike ve civaka xwe bêndeng û laldike û li şûna bi birayê xwere be, li kêleka dijminê xwe cih digre û hevkariya dijmin dike.
 
Gelê me yê hêja min jî gund û bajarê xwe neditiye. Em zarok neçar man ku bi dayik û bavê xwe re penaber bibin. Em xwediyê vê dozêne bi ked û berxwedana xwe em ê ala têkoşîna xwe bilind bikin."
 
Pîştî daxuyaniyê li ser navê malbatê Eyşe Encû axivî û got: "Ev 9 sal li ser komkijiya Roboskî re derbas bû, wekî hersal îsal ji gelê Mexmûrê eşa me parvê kir. Dewleta Tirk ne tenê Roboskî, Dêrsîm, Zîlan, Helepçe û bi dehan cihên cûda herdem xwestiyê gel bi komkijiyan re derbas bike. Lê em tucaran dev ji berxwedana xwe bernadin û herdem em ê li ber xwe bidin.”
 
Merasîm bi dirûşmeyên "Bijî Serok Apo" û "Şehît namirin" bi dawî bû.