'Tevî gumanan lêkolîn nehat kirin'

  • 10:21 28 Kanûn 2020
  • Rojane
AMED - Dayika Rojda Bagci ya ku li yurda xwendekaran a Xerpêtê dima û berî bi du salan bi awayê bi gûman jiyana xwe ji dest da Hamdiye Bagci, diyar kir ku lêpirsîna derbarê bûyerê de hatiye vekirin tu encam jê bi dest nexistine û wiha got, "Li gel ku gelek gûmanbar hene jî dozgeriyê lêkolîn nekiriye."
 
Rojda Bagci ya ku li Xerpêtê li Zanîngeha Firtê dixwend, di Îlona 2018'an de bi awayê bi gûman li yurdê mirî hatibû dîtin. Hatibû îdakirin ku Rojda Întîhar kiriye.  Dayika Rojdayê Hamdiye Bagci diyar kir ku keça wê întîhar nekiriye û îda kir ku dozger li gorî tê xwestin lêkolîn nekiriye. 
 
'Hevalê wê her lê digeriya'
 
Hamdiye diyar kir ku keça wê ji bo betlanê ji Xerpêtê hatibû Amedê, lê hevalekî wê lê geriya ye û jê re gotiye divê tu bêyî qeyda xwe li yurdê çêbikî û wiha berdewam kir, "Rojda jî piştre geriya û got 'ez nayêm û ez ê piştî bi rojekê bêm'. Lê hevalê wê bi israr got 'Ez diçim Xerpêtê tu çima nayê' û bi Rojda re hêrs bû.  Roja sêşemê keça min amadekariya xwe kir û min ew bir otogarê û şand Xerpêtê. Piştî ku keça min çû yurdê jî em axivîn. Keça min got ku li yurdê zêde kes tune ye."
 
'Ez ê li dadgehê her tiştî vebêjim'
 
Hamdiye got ku keça wê roja sêşemê çûye Xerpêtê û roja înê jî lê geriyane û gotine ku keça wê ji ber jahrîbûnê rakirine nexweşxaneyê. Hamdiye got ku ew dema çûne Xerpêtê xwe li ber morgê dîtine û got, "Dema ku gotin keça te întîhar kiriye min êdî nema xwe dît û krîza sînîr derbas kir. Di wê naberê de hevalên wê yên zanîngehê hatin û ji wan yekê ji min re got Rojda întîhar nekiriye, ger ku dadgeh bê kirin ew ê şahidiyê bike û her tiştî vebêje. Piştre mudurê yurdê xwendekar ji gel min birin baxçeyê nexweşxaneyê. Piştî ku xwendekar vegeriyan êdî bêdeng bûn .Hevalên wê yên ku gotin 'em ê her tiştî vebêjin jî êdî bêdeng man."
 
'Piştî ji Manîsayê hatiye gelek giriyaye'
 
Hamdiye, piştî mirina keça xwe îdayên ku hatin kirin wiha vegot, " Me bi rêya xizmekî xwe bihîst ku hevalekî Rojda yê mêr ê Rihayî heye û ji bo heftiyekê çûye Manîsayê. Piştre ez hîn bûm ku keça min jî bi hevalê xwe re çûye Manîsayê.  Rojda gotibû ku hevalekî wê heye lê negot ku ew çûye Manîsayê.  Keça min dema ji Manîsayê vegeriyaye ji hevala xwe re gotiye 'li wê gelek tiştên xirab hebûn û bi zorê min birin wan cihan. Xwezî ez neçûma'.  Hevala wê ya herî nêzî wê diyar kir ku Rojda piştî wê her roj giriyaye, gotiye ew nikare tiştekî vebêje û gotiye ku tê tehdîtkirin.  Dema ku hat malê jî ji me re tu tişt negot."
 
'Dozgerê ku dosya girt tu pirsnîşan nebersivandin'
 
Hamdiye got ku derdora keça wê hemûyan gotine Rojda Întîhar nekiriye û wiha dawî li axaftina xwe anî, "Derora Rojdayê gotin ku hin hevalên wê bûne sedemî, lê ji ber ku zext li wan hatiye kirin hevalên wê na axivin. Dozgeriyê jî tenê ji heveke wê ya jin û ji hevalê wê yê mêr îfade girt. Lê wekî din îfadeya tu kesî negirt. Dozger got ku di rapora otopsiyê de tu tişt derneketiye û di dema ku dosya di asta lêpirsînê de bû hat girtin. Lê ez bi rapora otopsiyê jî bawer nabim dibe ku hatibe guhertin.  Herwiha tê gotin ku wê rojê jî kamerayên yurdê girtî bûne. Kî çi dibêje bila bibêje ez dibêjim ku keça min întîhar nekiriye. Çima dozger ji tu kesên din îfade negirt. Çi dibe bila bibe ez ê li pey doza keça xwe bim û ez banga piştevaniyê li saziyên jinan dikim."