Kesên hatin qetilkirin ew ê li ser gorên xwe bên bîranîn

  • 08:39 28 Kanûn 2020
  • Rojane
ŞIRNEX - Hat diyarkirin ku dê Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan beşdarî bîranîna ji bo kesên di Komkujiya Roboskiyê de hatin qetilkirin bibe û têkildarî doza Roboskiyê de agahiyên girîng bide. 
 
Di 28'ê Kanûnê de balafirên Hêzên Çekdar ê Tirk  (TSK) Gundê Roboskiyê bombebaran kir û 34 kes hat qetilkirin. Kesên di Komkujiya Roboskiyê de hatin qetilkirin ew ê îro bên bîranîn. 
 
Dê Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Bûldan, Hevserokên Partiya Herêmên Demokratîk  (DBP) Saliha Aydeniz, Keskin Bayindir, Berdevka HDP'ê Ebru Gunay, Parlamenter Sezai Temeli, Nuran Îmir, Huseyin Kaçmaz, Hasan Ozguneş, Kemal Bulbul, Alican Onlu, Tayip Temel û Feleknas Uca beşdarî bîranîna ji bo kesên di Komkujiya Roboskiyê de hatin qetilkirin bibe.
 
Hat diyarkirin ku dê Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan beşdarî bîranîna saet di 13.00'an de ya ji bo kesên di Komkujiya Roboskiyê de hatin qetilkirin bibe û têkildarî doza Roboskiyê de agahiyên girîng bide.