Li Şehbayê Komîteya Têkiliyên Diblomasiyê komcivîn li dar xist

  • 16:05 27 Kanûn 2020
  • Rojane
ŞEHBA - Komîteya Têkiliyên Diblomasiyê ya Kongreya Star a Herêma Efrînê, derbarê rewşa jin û pêkanînên li dijî jinê  komcivîneke berfireh li dar xist. 
 
Bi pêşengtiya Komîteya Têkiliyên Diblomasiyê ya Kongreya Star a Herêma Efrînê û bi dirûşma  “Ji ber ku jiyan e, gav û sekina wê zanist û berpirsiyartî ye” derbarê rewşa jinê û pêkanên ku li dijî wê tên kirin komcivînek li darxist. Komcivîn di çarçoveya hemleya Kongreya Star a bi dirûşma"Na ji dagirkerî û qirkirinê re, em bi hev re jin û jiyanê biparêzin" hate kirin.
 
Komcivîn li navenda navçeya Fafînê ya Kantona Şehbayê bi beşdariya 50 nûnerên jin ji tevahî sazî, rêxistinên jinan, jinên siyasetmedar û jinên partiyên siyasî hate kirin. Di komcivînê de li ser du mijarên bingehîn niqaş hatin kirin.  Mijara yekem  "Rewşa jinan di Rojhilata Navîn de" û mijara duyem jî li ser "Jin di nava daxwaz û aloziya Sûriyeyê de" de bû.
Piştî deqeyek rêzgirtin ji bo cangoriyên azadiyê, komcivîn ji aliyê Berdevka Ofîsa Jin a Partiya Sûriya Demokratîk li Efrînê, Zeyneb Qenber ve hat vekirin.
 
Zeyneb di  destpêk axaftina xwe de wiha got: “Jinê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê wekheviyê di nava herdu zayinda de ava kir.  Her wiha hebûn, rol û misyona xwe îsbat kir û li hember koletiyê serî hilda. Em ê jî her têkoşîna xwe bilind bikin ku em azadiya tevahî jinan mayinde bikin.”
 
Piştî axaftina Zeynep Qenber, senivîzyonek li ser rewşa jin û rêbazên kolekirina wê ji aliyê hêzên hegemon ve, hate pêşkêşkirin. Her wiha beşdarvanan dest bi şîrovekirina mijara yekem di komcivîn de "Rewşa jinê di Rojhilata Navîn de" kir. Ev mijar ji aliyê Endama Koordînasyona Meclîsa Jina Azad a Şehabyê Rîhab Çipo ve hat şîrovekirin.
 
'Jinan li hember êrîş û dagirkeriyê xeta berxwedanê hilbijartin'
 
Rîhab rewşa jinan li Rojhilata Navîn û bi taybet li Bakur û Rojhilata Sûriyê, her wiha destkeftiyên ku jinan bi dest xistine nirxandin û wiha vegot: "Jinan li Rojhilata Navîn taybet li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi saya fikir û felsefeya Rêber Apo gelek destkeftiyên mezin bi dest xistin.  Bi taybet jinên ereb ku li ser esasê têkoşîna jinên kurd ji zincîrên koletiyê rizgarkir û bû pêşeng. Loma her hêzên desthiladar êrîşî Rojhialta Navîn bi tayebt Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dikin. Ev jî di dagirkirina herêmên me de xuya dike. Li dijî dagirkerî û êrîşan jî jinan xeta berxwedan û têkoşînê hilbijartine."
 
Pişrî axaftinê deriya nîqaşê ji beşdarvanan re hat vekirin, her wiha Seroka Weqfa Jînê ya Libnanê, Buşra Elî bi onlayin tevlî vê mijarê bû nirxandin kir. Bûşrayê bal kişand ser têkoşîna jinên rojavayê Kurdistanê ku di her qadê pêşegn tî kirin, bûn xwedî rol û misyon û wiha berdewam kir," Dê têkoşîna van jinan bibe mînak û gelek jin li welatên derve jî wê ji tecrûbeyên van jinan sûdê bigirin. Jinên rojavayê Kurdistanê pêşengên azadiya jinan e.”
 
'Li hemebr dagirkeriyê têkoşîn pêwîst e'
 
Mijara duyem a komcivînê ya bi sernavê "Jin di nava daxwaz û aloziya Sûriyeyê de" ji aliyê Hevseroka Meclîsa Herêma Efrînê, Zelox bekir ve hat nirxandin.  Zeloxê bal kişand ser girîngiya hebûna jinan di civakê de û ev tişt got: "Jin roleke  wan a  girîng di civakê de heye, loma her hêzên dagirker êrîş û kiryarên xwe yên dijmirovî li ser jinan didin meşandin.  Di herêmên dagirkirî de Efrîn, Serê Kaniyê, Girê Spî û herî dawî jî li Eyn Îsayê ku heta niha şer lê dewam dike asta hovîtiyê mezin bûye. Dijminên me bi dagirkeriyê re demografiya herêmê didin guhertin. Divê em li hember van êrîşan dengê xwe bilind bikin û bêdengiya navnetewî bi berxwedana xwe bişkînin."
 
'Li kampan jî zahemtiya herî mezin jin dibînin'
 
Piştî axaftinê Nirxandin û nîqaş ji aliyê beşdarvanan ve li ser vê mijarê hatin kirin. Her wiha Endama koordînasyona Meclîsa Jinê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Jiyan Hisên bi onlayinê tevlî vê mijarê bû. Jiyanê li ser kiryarên dewleta tirk li dijî jinan de nirxandin kir û wiha got: “Di nava hemû rewşa heyî de jin zirara herî zêde dibînin. Li kampên koçberan jin bi zehmetiyên jiyanî re rû bir û dimînin. Ji bilî ku her roj ji aliyê sîstemên serwer ve tundî li wan tê kirin. XebatekE zehmet li pêşiya me ye û pêwîst e em hemû jin barê wê hilgirin ser milê xwe.” 
 
Di dawiyê de pilansazî ji bo çareserkirina pirsgirêkên jinan li Rojhilata Navîn bi taybet li Bakur û Rojhilatê Sûriyê hat kirin.
 
Biryarên ku di komcivînê de derketin pêş wiha ne:
 
"*Îlankirina yekkîtiya jinan li tevahî Sûriyê, 
 
*Dewamkirina berxwedanê û avakirina projeyên aborî, her wiha pêşxistina projeyên zanistî ji bo xurtkirina keseyeta jinan,
 
*Piştgirî bi Rêxistinên jinan re û xurtkirina têkiliyên jinan di hemû Sûriyê de,
 
*Divê jin bibin hêza çareseriyê û mafê xwe di destûra Sûriyê de biparêzin, da ku edaletek di civakan de bê meşandin,
 
*Vekirina qenalên têkiliyan bi komele û rêxistinên jinan re di asta herêmî û cîhanî de."