Li Mexmûrê çalakiya greva birçîbûnê didome

  • 12:49 27 Kanûn 2020
  • Rojane
MEXMÛR - Greva birçîbûnê ya ku bi pêşengiya Meclîsa Îştar a Mexmûrê ji bo piştgirî bidin greva birçîbûna girtiyan ku li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û binpêkirinên mafên girtiyan dabûn destpêkirin didome.
 
Di 27'ê mijdarê de ji hêla girtiyên PKK'yî û PAJK'î ve li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û binpêkirina mafan li girtîgehan greva birçîbûnê ya bê dem û bi dorveger hatibû destpêkirin.  Çalakî duh ji aliyê koma 5'emîn ve hatibû derwergirtin. Greva birçîbûnê ku di 18’ê Kanunê de li Wargeha Penberan a Şehîd Rustem Cudî (Mexmûr) di pêşengiya Meclisa Îşatar de  hatibû destpêkirin ji du rojan carekê kom tên guhertin û çalakî berdewam dike. Koma ku ji nunerên saziyan pêk tê duh çalakiya ku dewer girtibû berdewam dike.
 
‘Emê berxwedana xwe mezintir bikin’
 
Îro hemu şêniyên wargehê hatin serdana çalakvanan. Li ser navê şêniyên Wargehê Hazim Şirnexî axivî û got: “Di serî de em serkeftinê ji çalakvanan re dixwazin. Beriya niha di salên 1980’yî de bi berxwedana zîndana Amedê me zilim û zordariya dewleta tirk têk bir, îro jî em ê her li ser şopa wan berxwedêran bin ku em bigihîjin serkeftinê. Heta ku rêbertiya me azad nebe em ê her tim di çalakiyan de bin.” 
 
‘Heta rêberê me azad bibe wê çalakî bidomin’
 
Li ser navê çalakvanan jî Xelat Nerexî axivî û got: “Em jî bixêrhatina şêniyên wargehê dikin. Heta em agahî ji rêberê xwe negirin em ê her tim çalakiyên xwe bidomînin, ne tenê çalakiyên greva birçîbûnê cur be cur em ê çalakiyan bikin. Em hêvî dikin ku sala nû bibe sala azadiya rêber Apo.”