‘Têkoşîna me wê serkeftinê misoger bike‘

  • 11:55 27 Kanûn 2020
  • Rojane
Dilucan Bozî
 
EYN ÎSA - Jinên Ciwan yên beşdarî meşa li dijî êrîşên  dewleta tirk li ser navçeya Eyn Îsayê bûne, li ser êrîşan nêrîna xwe anîn ziman û wiha gotin: “Hemû pêkhateyên herêmê bi hev re li qadên berxwedanê têkoşînê didin meşandin. Em dagirkeran li ser axa xwe qebûl nakin, berxwedana me wê serkeftinê misoger bike.”
 
Dewleta tirk û komên girêdayî wê wekî hovan êrîşî navçeya Eyn Îsayê dikin. Li dijî êrîşên ku tên kirin heta niha tu dewletên ku li herêmê gerentorin tu helwest nîşan nedane.  Jinên Ciwan ên beşdarî meşa li dijî êrîşên dewleta tirk û komên girêdayî wê li navçeya Eyn Îsa û gundewarên wê bûne, bertekên xwe li dijî êrîşan anîn ziman. 
  
‘Divê em li dijî dagirkeran bê deng nemînin‘
 
Jina ciwan Xedîca Hac Xelîl ku yek ji pêkhateyên ereb e bal kişand ser êrîşên dewleta tirk û komên girêdayî wê li ser Eyn Îsayê û wiha got: “Îro em weke ciwanên bajarê Minbicê beşdarî meşa li dijî dagirkeriyê bûne. Di vê meşe de me helwesta xwe li dijî hemû dagirkeran diyar kir û em dibêjin wê tu kes nikaribe axa me dagir bike. Îro em hemû ciwanên herêmê bi yek armancê ji dagirkeriyê re dibêjin na. Dewleta tirk tenê êîrşî Eyn Îsayê nake, li gundewarên Minbicê jî rojane êrîş tên kirin. Hebûna Rûsiya li vir dide diyarkirin ku dewleta tirk û hêzên Rûsiyê bi hev re bi hevkarî êrîş dikin. Divê em li dijî dagirkeran bê deng nemînin.  Bêdengî wê rûmeta me  têk bibe. Berxwedana me wê serkeftinê misoger bike.”
 
‘Em dagirkeran li ser axa xwe qebûl nakin‘
 
Nûrşan Silo jî ku tirkmen e, diyar kir ku li bermaberî hemû hêzên desthilatdar ew ê têkbikoşin û wiha domand: “Di vê meşê de em nerazîbûnên xwe li dijî êrîşan nîşan didin. Divê dewleta tirk û çeteyên wê bizanibin ku em hemû pêkhateyên herêmê bi hev re li qadên berxwedanê têkoşînê didin meşandin. Em dagirkeran li ser axa xwe qebûl nakin, wê serkeftin para me be.”
 
‘Pilanên qirêj li ser Eyn Îsayê tên kirin‘
 
Newroz Bozan a kurd jî destnîşan kir ku dewleta tirk û hevkarên wê pilaneke qirêj li ser Navçeya Eyn Îsa amade dikin û ev tişt got: “Ev 10 sal in gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê di nava aloziyê de dijîn. Di nava vî şerî de de her malbatek parçeyek ji bedena xwe daye. Bi van êrîşên li ser navçeya Eyn Îsayê tê dîtin ku Rûsiya piştgiriyê dide çeteyên Erdogan û pilaneke qirêj amade dikin. Em dibêjin ku pilanên desthilatdaran wê bi ser nekevin û em ê li ber xwe bidin.”