Meşa dijrê ya Ciwanên Şoreşger gihîşt Qamişloyê

  • 10:31 27 Kanûn 2020
  • Rojane
QAMIŞLO - Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyeyê û Tevgera Jinên Ciwan di qonaxa duyem de bi dirûşma “Tekez em ê bi ser bikevin “dest bi meşeke dirêj ji Til Temir heta Dêrikê kiribûn. Meşa hat destpêkirin îro gihîşt Qamişloyê.  
 
Bi armanca şermezarkirina êrîşên dewleta tirk li ser Herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, di 24’ê Kanûnê de Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyeyê û Tevgera Jinên Ciwan meşeke dirêj li dar xistin. Ev meş ji navçeya Til Temirê ya Kantona Hesekê hat destpêkirin û dê heta bajarê Dêrikê yê Kantona Qamişloyê dewam bike. Meşa ku bi sedan ciwan tevlî bûne gihîşte bajarê Qamişloyê.   Di meşê de ciwanan alên Tevgera Ciwanên Şoreşger, Tevgera Jinên Ciwan û wêneyên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hilgirtin. 
 
Ciwanên ku gihîştine Qamişloyê niha li stadyoma şehîdên 12’ê Adarê rawestiyan û dê îro meşa xwe ber bi bajarekî din ve bidomînin.
 
Meş wê hata bajarê Dêrikê berdewam bike.