'Em li hemberî girtina Leylayê bêdeng nabin'

  • 09:08 27 Kanûn 2020
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Jinan bertek nîşanî girtina Hevseroka KCD'ê Leyla Guven da û gotin: "Îqtîdar bi her awayî êrîşê jin, ciwan, HDP'ê û muxalîfan dike û dixwaze wan bêdeng bike. Li ser Leylayê dixwazin peyamek bidin civakê. Lê divê baş bê zanîn ku em tu carî bêdeng nabin û natirsin."
 
Di 21'ê kanûnê de, 9'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê 22 sal û 3 meh ceza da hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Leyla Guven. Leyla heman şevê hat binçavkirin û girtin. Piştî ku Leyla birin Girtîgeha Jinan a Tîpa T a Amedê, şûnde sirgunê Girtîgeha Xarpetê hat kirin. Derbarê girtina Leylayê de jinan nêrînên xwe anî ziman. 
 
‘Divê em bêdeng nebin' 
 
Endama Dayikên Aştiyê Hediye Korkut, bertekên xwe wiha anî ziman: "Divê li hemberî girtinê bêdeng nemînin. Em zilma ku tê kirin qebûl nakin. Bila civak bi tevahî li dijî koletiyê rabe ser piyan. Ji bo Leylayê û ji bo HDP'ê li ber xwe bidin. Îro li girtîgehan grevên birçîbûnê hene. Divê herkes ji bo girtiyan bikeve nava hewldanan."
 
‘Hemû muxalîfan çavtirsandî dike'
 
Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Îzmîrê Besriye Tekgur, diyar kir ku îdiayên ku derbarê Leylayê de tên kirin ne rast in û wiha nêrînê xwe anî ziman: "Ev ceza ji bo çavtirsandina jin, Gelê Kurd û muxalefetê ye. Ev tişt tê wateya krîza îqtîdarê ya rêveberiyê. Di hilbijartinên 31'ê adarê û 24'ê hezîranê de HDP cihekî diyarkerde bû. HDP'ê li Tirkiyeyê muxalefetiyeke bi hêz dike. Ji ber ku îqtîdar ji jin, ciwan, HDP'ê û muxalîfan aciz e êrîşê li wan dike. Dixwaze her kesî bixe nava 4 dîwaran. Lê divê bê zanîn ku HDP ji 4 dîwaran pêk nayê."
 
‘Em di têkoşîna xwe de mafdar in' 
 
Besriye, da zanîn ku niha li girtîgehan greva birçîbûnê heye û wiha got: "Bi pêşengiya Leylayê greva birçîbûnê hatibû destpêkirin û di encamê de hevdîtin pêk hat. Lê piştî demekî dîsa tecrîda li Îmraliyê hat girankirin. Niha girtiyan dîsa dest bi grevê kirin. Niha dixwazin bandora grevên birçîbûnê bişkenînin. Em dibînin ku îqtîdar bi her awayÎ zimanê êrişê li pêş dixe. Lê divê bê zanîn 40 sal in nekarin vî gelê bêdeng bikin. Ligel her tiştî tu carî paşve gav nehatiye avêtin. Hemû hewldanên îqtîdarê dê têk biçîn, ji ber ku em di têkoşîna xwe de mafdar in." 
 
‘Di şexsê Leylayê de peyamek didin' 
 
Endama Meclîsa Partiya HDP'ê Ayfer Demîrel, destnîşan kir ku Leyla li Tirkiye û Rojhilata Navîn bûye sembolek û wiha bi lêv kir: "Leyla xebatên kampanyaya TJA'yê ya 'Em xwe diparêzin' dimeşand û li dijî taciz, tecawiz û şîdetê têkoşînek dida. Hîn derdor ji vî tiştî hezm nekirin. Di pêvajoya ku grevên birçûbûnê hatî destpêkirin de Leyla hat girtin. Di şexsê Leylayê de peyamek didin Gelê Kurd. Divê bê zanîn ku ji ber pergala hikûmetê grev hatin destpêkirin. Ne tenê girtîgeh Tirkiye bi giştî di nav tecrîdê de ne. Bi her awayî polîtîkayên êrişê tên domandin. Ligel êrîşan HDP hem li derve û hem jî li hindûr têkoşîna xwe didomîne. Divê bê zanîn ku gel tu carî paşve gav navêjin." 
 
'Îqtîdar bi her awayî êrişê civakê dike' 
 
Hevberdevka Kongreya Demokratîk a Gelan a Muglayê Dîlek Gokçîn, wiha bal kişand ser têkoşîn Leylayê: "Leyla ji bo bîrdoziya rizgariya jinê her tim bi înad têdikoşiya. Girtina Leylayê bi tu awayî ji hêla jinan ve nayê qebûlkirin. Dema Leylayê birin girtîgehê got 'Bixebitin ku em carek din bên' Ev gotinek girîng e. Niha îqtîdar bi her awayî êrişê civakê dike û dixwaze hemû muxalîfan bêdeng bike. Biryara Dadgeha Mafên Mirova a Ewroyê (DMME) ya derbarê Selahattîn Demîrtaş de dayî mînakek e."