Eren Keskîn: Li vî welatî bi salan e lêgerîna tazî tê kirin

  • 09:02 27 Kanûn 2020
  • Rojane
STENBOL - Hevseroka Giştî ya ÎHD'ê Eren Keskîn têkildarî lêgerîna tazî ya di demên dawî de di rojevê de cihê xwe girt da zanîn ku ev lêgerîna tazî tenê li kesên ji doza cemaatê hatin darizandin nehatiye kirin û got:"Di 23 salan de 780 serlêdaran têkildarî lêgerîna tazî de li me hat kirin. Ev rêbaza bi salan e li ser jinên kurd û sosyalîst tê meşandin. Ev bi salan e em dixwazin vê yekê bînin ziman lê belê hîn nû nîqaş li ser tên kirin."
 
Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Kocaeliyê û endamê Komisyona Lêkolînê ya Mafên Mirovan Omer Faruk Gergerlioglu diyar kiribû ku li 30 jinên di operasyona "Cemaata Gulen" de li Uşakê di 31'ê Tebaxê de hatine binçavkirin lêgerîna tazî hatiye kirin. Piştre gelek jinan li ser medyaya civakî lêgerîna tazî ya li wan hatibû kirin teşhîr kiribûn. Waliya Uşakê Funda Kocabiyik jî tenê ev bûyer înkar kiribû.  
 
Hevseroka Giştî ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Eren Keskîn, têkildarî lêgerîna tazî nirxandin kir. 
 
'Lêgerîna tazî rêbazeke berê 12 Îlonê ye'
 
Erenê da zanîn ku rêbaza lêgerîna tazî ji berê de heye û wiha got:"Ji 1997'an vir ve ye ez parêzertiya jinên bi îşkenceya zayendiyê ya dewletê rû bi rû mane dikim. Di 23 salan de 780 serlêdaran têkildarî lêgerîna tazî de li me hat kirin. Ev rêbaza bi salan e li ser jinên kurd û sosyalîst tê meşandin. Ev bi salan e em dixwazin vê yekê bînin ziman lê belê hîn nû nîqaş li ser tên kirin. Nîqaşkirina wê girîng e lê belê jinên kurd û sosyalîst ji berê de ye lêgerîna tazî li wan tên kirin."
 
'Dema li jinên kurd û sosyalîst tê kirin nayê nîqaşkirin'
 
Erenê bal kişand ser rêbazên lêgerînê yên di salên 90'î de û wiha pê de çû:"Di salên 90'î de ne tenê lêgerîna tazî bi taybet girtiyên siyasî hem dihatin tazîkirin hem jî ew dixistin odeyên îşkenceyê. Dema ev yek li jinên kurd û sosyalîst tê kirin nayê nîqaşkirin. Di demên dawî de wekî ku ev lêgerîna tazî tenê li jinên cemaatê hatine kirin tê xuyakirin. Lê belê ev ne wiha ye. Rapor û pirtûkên me yên derbarê vê mijarê de hene. Ev bi salan e em dixwazin vê yekê bînin ziman."
 
'Lêgerîna tazî li dijî rêgezên BM'yê ye'
 
Erenê bi lêv kir ku dewleta tirk li dijî peymanên ku îmze kiriye tev digere û wiha got:"Rêbazên Neteweyên Yekbûyî hene. Ji van rêbazan diêjin Rêbazê Nelson Mandela. Divê lêgerîn bêyî ku rûmeta mirovan bişkîne bê kirin. Lêgerîna tazî bi taybet ji bo jinan şikandina rûmetê ye. Loma ev rêgez ne li gor biryarên Neteweyên Yekbûye jî."
 
'Li vê erdnîgariya lêgerîna ji bo mafê xwe wekî 
 
Erenê da zanîn ku belgeyên hiqûqa navxweyî divê li gor ên navneteweyî be û wiha got:"Dema em li mafê xwe digerin mohra "teroristiyê" li me dixin. Lê belê dewleta tirk xwe girêdayî peymanên navneteweyî daye. Daxuyaniyên Wezîrê Karê Hundur dike tê wateya binpêkrina van peymanan. Li tu welatê demokratîk Wezîrê Karê Hundir nikare daxuyaniyên bi vî rengî bide. Ev ne pêkan e. Lê belê li vê erdnîgariyê tê kirin."
 
'Bi lêgerîna tazî rûmeta mirovan dişkênin' 
 
Eren di axaftina xwe de bal kişand ser rêbazên legerînê û got: "Ji bo lêgerînê hîn amûr hatine pêşxistin. Ji ber vê sedemê hewceyê bi lêgerîna tazî nîne. Lêgerîna bi tazî tê wateya êrîşê. Tenê hiştin, şikandina rûmetê û tirsandin wekî amûrek tê bikaranîn. Ev tişt li dijî mafên mirovan û jinê ye. Em alîkariyê didin hemû jinên ku bi îşkenceya zayendî re rûbirû mayî. Ev tişt beyî fikra wî ya siyasî tê kirin. Heke kesê ku faşîst heman nêzîkatiyê re rûbirû maye em alîkariyê didin wê jî. Min gelek caran bi jinên cematê re hevdîtin kir û îdiayên wan yên îşkenceya zayendî hebûn. Nû dest bi axaftinê kirin. Ji ber vê sedemê jî axaftina wan jinên oldar ji bo me girîng e. Ji ber ku li ser vê erdnegariyê jin dema tên binçavkirin teqest bi êrîşa zayendî re rûbirû dimîne. Divê neyê ji bîrkirin, li dijî îşkenceya zayendî jinên kurd, sosyalîst û femînist gelekî têkoşîn dan. Hek îro jinên oldar qala îşkenceya zayendî dikin bi saya wê têkoşînê ye." 
 
'Sûcdar nayên cezakirin' 
 
Eren, diyar kir ku ji sala 1997'an heta îro di Buroya Alîkariya Hiqûqî ya Li Dijî Tecawiz û Taciz a Di Binçavan de dixebite û wiha axivî: "Ji vê rojê heta îro 780 jin serî li buroyê dan. Ji sedî 85 jin kurd in. Lê heta îro tu hêzên dewletê yên wekî polîs û leşker nehatin cezakirin. Heta niha tenê 2 cerdevan ceza girt. Di qanûna hindûrin de nayên cezakirin û tenê di Dadgeha Mafên Mirova a Ewropê (DMME) de ceza digirin. Li Tirkiyeyê di salên 90'î de heta îro di girtin û binçavkirinan de gelek rê û rêbaz tên bikaranîn. Lê di salên 1997'an de jinên ku serî li buroyê dan jî bi rêbazên cuda cuda bi tecawizê re rûbirû mane. Wekî lêgerîna tazî, di îfade girtinê de tazîkirin, tecawiza bi cîzmên cuda ya bi rêya oral û vajinal. Ceriyan dayîna bedenê û hwd. Ev tişt bi raporan hatin testpîtkirin." 
 
'Dadgeh tenê raporên tiba edlî qebûl dike' 
 
Eren, wiha bal kişand ser raporên tiba edlî: "Dadger û dozger raporên tiba edlî qebûl dike, gelo ev çi qas rast e. Ji ber ev jî saziyekê dewletê ye. Saziyek dewletê îşkenceyê dike û saziyek din jî dê bike rapor. Ev tişt çi qas rast e. Em di vê mijarê de pirsgirêkan dijîn. Li Mêrdînê Şukran Aydin bi tecawizê re rûbirû mabû û ji hêla DMME ve hat mehkumkirin. Ji ber ku ji hêla bijîşkên serbixwe ve rapor girti bû hat mehkumkirin. DMME hişyarî kir jî dozger û dadger raporên tiba edli wekî delîl esas digire. Ev tişt hêj jî bi pirsgirêk e."
 
'Li Tirkiyeyê îşkence bû polîtîkayek' 
 
Eren wiha dawî li axaftina xwe anî: "Li Tirkiyeyê îşkence wekî polîtîkayeke dewletê tê meşandin. Polîs û leşkerên ku ji hêla dozger ve bê jêpirsîn jî bi saya dadgeran ve biryara bereatê tên dayîn. Ev tişt parçeyek ji pergalê ye. Mixabin rojnameger jî ji bo veşartina sûcên dewletê xebatê dikin û dibêjin em rojnameger in. Lê em ê her tim hewl bidin ku rastiyan vebêjin.