Welatiyên Şengalê ji bo daxwazên xwe dimeşin

  • 15:48 26 Kanûn 2020
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Şêniyên Şengalê li dijî peymana di navbera Iraqê û hikûmeta Herêma Kurdistanê ya li ser Şengalê û daxwazên xwe dimeşîn.
 
Li dijî peymana di 9’ê Cotmehê de, di navbera hikûmeta Iraq û hikûmeta Herêma Kurdistanê de li ser Şengalê hatî îmzekirin û îradeya welatiyên Şengalê li ber çav nehatîn girtin li navenda Şengalê meşek hat organîzekirin. Meşê li ber Medreseya Sor dest pê kir û dê heta Navenda Asayîşa Şengalê berdewam bike. Di meşê de dirûşmeya, ‘Em hemû asayîş in’ berz dikin.
 
Her wiha leşkerên Iraqê xwestin meşê asteng bikin. Lê Şengaliyan astengî nas nekirin û çalakiya xwe bi dirûşmeya ‘Hûn nikarin îradeya me bişkênin’ berdewam kirin.
 
Herwiha ev 25 roj in ji bo piştgiriya Asayîşa Êzidxanê li ber Navenda Asayîşê çalakiya nobetê didome.