Xizmên Windayan aqubeta Resûl Arslan pirsîn

  • 14:50 26 Kanûn 2020
  • Rojane
AMED - Xizmên Windayan li Amedê vê heftê aqûbeta Resûl Arslan ku ji sala 1997’an ve agahî jê nayê girtin pirsîn. 
 
Li Amedê, Xizmên Windayan û endamên Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD), çalakiya xwe ya “Bila winda bên dîtin û faîlên wan bên darizandin” di hefteya 620’emîn ji ber sînordarkirinên pandemiyê bi awayekî online li dar xistin. Di çalakiyê de aqûbeta Resûl Arslan ku ji sala 1997’an ve agahî jê nayê girtin hat pirsîn. 
  
Çîroka windabûna Arslan ji hêla endamê Lijneya Rêveberiya ÎHD’ê Ercan Yilmaz ve hat vegotin. Ercan diyar kir ku di meha hezîrana 1997’an de li navçeya Kerboranê ya Mêrdînê di navbera PKK’î û leşkeran de pevçûneke dertê û di kêliyên ku pevçûn didome de Resûl ku berastengê mêjî ye ji malê dertê û careke din agahî jê nayê girtin.  
 
Ercan, destnîşan kir ku cerdevanên ku tevlî pevçûna di navbera PKK’î û leşkeran bûne de gotine ku di pevçûnê de 7 kesan jiyana xwe ji dest daye û ji ber vê yeke malbata Resûl Arslan guman dike ku kurê wan di nav van 7 kesan de be. 
 
Malbata Arslan ji vê demê ve agahî ji kurê xwe nagire.