Çalakiya xelkê Şengalê di roja 25'an de didome

  • 13:00 26 Kanûn 2020
  • Rojane
ŞENGAL - 25 roj in li ber Navenda Asayîşa Êzidixanê çalakiya xelkê Şengalê didome. 
 
Çalakiya ku 25 roj in li ber Navenda Asayîşa Êzidixanê bi dirûşma “Em hemû asayiş in” hatiye destpêkirin dewam dike. Çalakiya ku li dijî Hevpeymana Bexda-Hewlêrê û her wiha ji bo xwedî li derketina li Asayişa Êzidîxanê hatiye destpêkirin bi serdanan didome. 
 
Kesên ku tên serdanê hest û ramanên xwe tînin ziman û dibêjin heta ku daxwaz bên qebûlkirin dê çalakiya xwe bidomînin.