Parlamenter Bedriya Îsmaîl: Em ji girtina Leylayê bi fikar in

  • 11:24 26 Kanûn 2020
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Parlamentera Komeleya Îslamî ya Kurdistanê ya Parlamentoya Herêma Kurdistanê Bedriye Îsmaîl bal kişand ser girtina Leyla Guven û got: "Pêwîste mafê azadiya ramanê zêdetir bidin parlamenteran û parêzbendiya wan jî were parastin.”
 
Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven 22 sal û 3 meh cezayê girtîgehê lê hate birîn û hate girtin. Girtina Leyla bû sedema bertekan. Di vê çarçoveyê de Parlamentoya Komeleya Îslamî ya Kurdistanê ya Parlamentoya Herêma Kurdistanê Bedriye Îsmaîl têkildarî girtina Leylan Guven ji Rojnews’ê re axivî û bertekên xwe anî ziman.
 
Bedriye têkildarî girtina Leyla Guven eşkere kir ku her êşek û pirsgirêkek jinan a xwe dibînin û got: ”Divê mafê azadiya ramanê zêdetir bidin parlamenteran û parêzbendiya wan biparêz in. Weke hevneteweye, hevziman em êş û azarên jinên Gelê Kurd weke êş û azarên xwe dibînin. Ji beramber girtina parlamentera jin a kurd Leyla Guven bi fikar in. ”