Greva birçîbûnê ya Mexmûrê bi dewr girtina koma 5'an didome

  • 11:12 26 Kanûn 2020
  • Rojane
MEXMÛR - Greva birçîbûnê ya ku bi pêşengiya Meclîsa Îştar a Mexmûrê ve ji bo piştgirî bidin greva birçîbûna girtiyan hatî destpêkirin bi dewr girtina koma 5'an didome. 
 
Di 27'ê mijdarê de ji hêla girtiyan ve li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û binpêkirina mafên girtiyan greva birçîbûnê ya bê dem û bi dorveger hatibû destpêkirin. Ji bo piştgiriyê bidin greva birçîbûnê ya girtiyan li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûrê) bi pêşengiya Meclîsa Îştarê greva birçîbûnê hat destpêkirin. Çalakî îro bi dewr girtina koma 5'an didome. 
 
Çalakiya jinan di 18'ê kanûnê de hat destpê kirin û du rojan carekî kom diguhere. Îro Koma Tevgera Jinên Ciwan a Mexmûrê çalakiya xwe dewrê nûnerên saziyan kirin. Bi merasîmekî çalakî hat dewr girtin. Li ser navê koma 4'em Ronahî Kurhan axivî û got: "Heta ku rêbertiya me azad nebe em ê çalakiya xwe hîn bi hêztir bikin  û berdewam bikin. Em jî tekoşîn û berxwedana hevalên xwe yên zîndanan silav dikin û serkeftinê ji wan re dixwezin.”