Piştî 34’an Roboskê: Em tenê edaletê dixwazin

  • 10:54 26 Kanûn 2020
  • Rojane
Rojda Aydin
 
ŞIRNEX - Dayikên ku zarokên xwe di komkujiya Roboskê de winda kirin 9 sal in li pêy edaletê ne û gotin: "Ev qas sal derbas bûn kiryarên Roboskê hîn nehatin  cezakirin edalet hîn cihê xwe nedîtiye. Ger kiryarên Roboskê bihata cezakirin dê ew qas komkujî pêk nedihatin." 
 
Di 28’ê Kanûna 2011’an li gundê Roboskiyê girêdayî Qilabana Şirnexê 34 kes ku piranî jê zarok bûn ji aliyê balafirên şer ve hatin qetilkirin. Li ser bûyerê 9 sal derbas bûn. Çend di raya giştî de cih girt jî heta îro jî sûcdar nehatin darizandin. Dayikên Roboskê dibêjin “heta faîl neyên dîtin ji me re rehetî nîne” û 9 sal in bi “kincên reş” ên xwe dikin ve êş û şîna xwe didomînin.
 
‘Em dixwazin ev şer bi dawî bibe'
 
Leyla Encu dayika Şervan Encu ye, got ew bi her roj her meh û her sal behsa vê komkûjiyê dikin û kir gazinc ku ew ê heta kengê vê komkujiyê vebêje û ev tişt got: “Di ser bûyerê de 9 sal derbas bû em 9 sal in li pey vê bûyerê ne. Kesên ku vê komkûjiyê pêk anîn nehatin cezakirin. Ji ber kiryarên komkujiya Roboskê nehatin dîtin, li Cizîr, Silopî, Şirnex, Nisêbîn û Sûrê komkûjî hatin jiyîn. Li Tirkiyê edalet tuneye. Ger kiryarên Roboskê bên cezakirin dê hinek êşa me sivik bibe. Li Kurdistanê her roj û her meh salvegera komkujiyekê heye. Piştî 34’an gelek jin, zarok, ciwan, kal û pîr hatin kuştin. Bila êdî dawî li vê komkujiyê bê. Em dixwazin ev şer bi dawî bibe û azadiyek mayînde ser vê axê.”
 
‘Ew 34 kes xwendekar bûn'
 
Kadriye Encu dayika Hamza Encu ye 28’ê kanûnê wek roja reş penase kir û got ser bûyerê de 9 sal derbas bûye heq û edalet li cihê xwe nedîtiye û wiha nêrînê xwe anî ziman: “Zarokên me ji bo dibistana xwe diçûn sînor û dihatin. Bi tenê ji bo dibistana xwe diravan kom bikin dixebitîn. Xeyalên 34 ciwanên kurd hebûn lê belê xeyalên wan nîvo man. Şûna zarokên me cenazeyên wan ên parçe parçe hatin ji me re. Tu sûcê zarokên me tune bû. Hemû zarokên me ji bo xeyalên xwe diçûn. Cenazeyê kurê min di poşêt de hat û me wisa defin kir. Piştî ku me kurê xwe defin kir du hefte piştî bûyerê me parçeyê milê wî nêzî cihê bûyerê hat dîtin. Me wî parçeyê jî piştre anî defin kir. Em 9 sal in bi vî êşê re radibin û rûdinên. Ev 9 sal in edalet cihê xwe nedîtiye. Dema ev komkûjî pêk hat tu kesî neanî ziman. Em her roj bi wê êşê dijîn. Êşa me tu carî sivik nabe. Ev 9 sal derbas bû lê me tu carî ji bîr nekir. Daxwaza me ew e ku kiryar bên ceza kirin. Daxwaziya me edalet, azadî û aştiye heye. Ger ku edalet bi cih bihata dê ew qas komkujiyên dinê jî pêk nedihatin."
 
'Kurê min sê saetan li ser wê berfê birîndar ma'
 
Xezal Encu dayika Cemal Encu ye, dema behsa wê rojê dike rondikên çavan dibarîne û dibêje êşa wan tu carî naqede. Xezal dema tiştên kurê xwe nîşan dike hêstiyar dibe û dibêje ji bo dibistana xwe diçû û wiha axivî: “Kurê min ji bo dibistana xwe diçû sînor û dihat. Û wê rojê çû. Min jê re got ‘kurê min neçe dinya sare.’ Kurê min got ‘na dayê ez ê biçim.’ Wê roja reş dema çûn cendirme jî li ser rê bûn û negotin neçin. Ji me re xeber hat gotin hikûmetê pêşiya wan girtiye. Ji me re pêşî negotin hikûmetê zarokên me qetilkirine. Me jî digot leşker ew ê zarokên me berdin. Lê piştre gotin balafir çûne ser wan. Dema me berê xwe da sînor ji me re gotin hemu hatin kuştin. Bi 4 balafirên şer zarokên me kuştin. Ji 34 kesan 13 kes birîndar bûn. Kurê min jî ji wan birîndaran yek bû. Kurê min sê saetan li ser wê berfê birîndar ma heta ku em çûne cihê komkujiyê. Dema em gihiştin wir hîn laşê kurê min germ bû. Destûrê nedan ku ambulans bên. Ji ber ambulans nehatin ew 13 kesên birîndar li wir jiyana xwe ji destdan. Zarokên me ji bo hinek şekir, çay û mazotê çibûn. Di ser komkujiyê de 9 sal jî derbas bû kûjer nehatin darizandin. Ji ber ku li Tirkiyê edalet nîne kûjerên zarokên me jî nehatin darizandin. Zarokên me hemû xwendekar bûn. Ev 9 sal in di jiyana me de tu guhertin çênebû. Êşa me hîn wek êşa berê ye.”
 
‘Hêj edalet pêk nehatiye'
 
Ayşe Encu ya du zarokên xwe Savaş Encu û Hûsnû Encu, du neviyên xwe Erkan Encu û Mahsûn Encu jî di komkujiyê de winda kiriye, destnîşan kir ku êşa wê hîn wek wê rojê giran e. Ayşe, bi lêv kir ku di ser komkujiyê de ne 9 sal sedsal jî derbas be ew ê vê komkujiyê jibîrnakin û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Ji bo dayikek êşek gelek giran e. Ger ku mirov du zarok û du neviyên xwe winda bike ew êş girantir dibe. Ev qas sal derbas bû edalet cihê xwe nabîne. Kesên zarokên me kuştin bê ceza man. Kesên zarokên me kuştin xwestin tazmînatê bidin me. Lê em tu carî ser xwîna zarok û şehîdên xwe diravan nastînin. Heta edalet cihê xwe bibîne em ê daxwaza xwe ya edaletê bidomînin. Her wiha kurê min Behçet (Cûdî Roboskê) tevlî rêfên azadiyê bû û li dijî DAÎŞ’ê şer kir û şehîd ket. Min di televîzyonê de dît ku kurê min şehîd ketiye. Ev bi sala ne em daxwaziya azadiyê dikin. Heta kiryarên Roboskê neyên dîtin em ê jî nesekinin.”