'Daxwaza Leyla Guven bihêzkirina rêxistina jinê ye'

  • 09:08 26 Kanûn 2020
  • Rojane
STENBOL - Hevseroka HDP'ê ya Stenbolê Elîf Bulut diyar kir ku Hevseroka KCD'ê Leyla Guven sembola têkoşîna jinê ye û got, "Hevkariya herî mezin bi Leylayê re bi hêzkirina rêxistina jinê ye. Ji ber ku daxwaza wê ew e."
 
Bertekên li hemberî 22 sal û 3 meh cezayê ji aliyê 9'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê ve li Hevseroka Kongreay Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven hat birîn didomin. Piştî Leyla Guven li Amedê hat girtin û sirgûnî Girtîgeha Tîpa E ya Xerpêtê hat kirin, Partiya Demokratîk a Gelan (HDP)  di rojên borî de li Stenbolê ji bo şermezarkirina cezayê li Leyla Guven hat birîn şermezar bike xwest daxuyaniyekê bdide. Polîsan êrîşî daxuyaniyê kir û di nav de hevserokên bajêr yên HDP'ê jî heyî 14 kes bi lêdanê binçav kiribûn. 
 
'Leyla Guven sembol e'
 
Hevseroka HDP'ê ya Bajarê Stenbolê Elîf Bulut ku di nav kesên hatin binçavkirin de bû, diyar kir ku Leyla Guven bi têkoşîna xwe ya ji bo azadiya gelê xwe û jin bûye sembol û di berdewamiyê de wiha got, "Cezayê li Leyla hat birîn nayê qebûlkirin. Ev encama polîtîkayên cezakirinê ne. Biryareke ku bi lez û bez hatiye dayîn e.  Leyal Guven her roj li qadan bû. Leya girtî be jî wê têkoşîna xwe bidomîne. Dewlet li hemberî Leylayê taybet tevdigere. Leyla bi sekna xwe û bi greva birçîbûnê ku di 2018'an de da destpêkirin bû sembol. Ji ber wê ji Leylayê re dibêjin 'em nahêlin tu siyasetê bikî'.  Lê wê jî bersiva xwe vekirî da û got 'li derve û li hundir ez ê têkoşîna xwe bidomînin'.  Ev sekna Leylayê ji bo me jî derbasdar e."
 
Elîfê got ku welat di nav kaosekê de ye, qanûn û edalet nayên bicihanîn. Elîfê got ku di rewşeke wiha de ji têkoşînê wêdetir tu tiştekî bikin tune ye û wiha dirêjî da axaftina xwe, "Leya di vî warî de ji me re pêşengtî kiriye. Em ê jî wekî wê têkoşîna xwe bidomînin."
 
'Bi girtinan nikarin me ji têkoşînê dûr bikin'
 
Elîfê bal kişand ser operasyona qirkirina siyasî ya 2016'an,  girtina hevserok û hevşaredaran bi bîr xist û ev tişt got, "Bi binçavkirinan nikarin me ji têkoşînê dûr bikin.  Herî zêde jin hatin girtin. Jixwe bi siyaseta mêr nikarin welêt rêve bibin. Lê em jin derdikevin û îradeya xwe nîşanî wan didin. Tehemûla wan ji vê re jî tune ye û ji ber vê jî li dijî jinan polîtîkayên taybet ên êrîşkar pêş dixin. Ji jinên ku bûne sebola têkoşînê siyasetmedarên me Fîgen Yuksekdag, Gultan Kişanak û Sebahat Tuncel hîna girtî ne. Leyla Guven jî jineke ku bi têkoşîna xwe bûye sebol û li derve li ber xwe dida bû. Li gel pêşketina têkoşîna jinê em dibînin ku em bi hev re çiqas bi hêz in û me çiqas destkeftî bi dest xistine. Herwiha em dibînin ku têkoşîna jinê me çiqas bi hêz kiriye û di warê çareserkirina pirsgirêkan de em çiqas pêş ketine. Ji ber wê girtina Leyla Guven wê bi me gavê paşve nede avêtin. 
 
'Tu niyeta kesekî ku paşve gavê biavêjin tune ye'
 
Elîfê bal kişand ser tundiya polîsan a li hemberî daxuyaniya wan ku wê derbarê Leylayê de bidana û ev tişt got, "Hevalên me bi lêdanê binçav kirin û heta berdan jî kelepçe ji destên wan dernexistin.  Lê tu niyeta kesekî ku li hember vê tundiyê gavê paşve biavêjin tune ye.  Dijberî vê di rewşê wiha  de em bêhtir pêşve diçin. Bi vê re bingeha têkoşîneke bi hêz derdikeve holê. Zihêniyeta ku li Leylayê ceza birî û ya ku êrîşî me kir heman zîhniyet e.  Lê ev hemû wê derbas bin û îqtîdara ku baweriya xwe pê tînin jî li ber hilweşînê ye. Piştî ku ew îqtîdar bê hilweşandin wê cezayên gelek giran li wan bên birîn."
 
'Divê bersiva me rêxistinbûn be'
 
Elîfê herî dawî got, "Piştevaniya herî bi hêza ya ji bo Leylayê rêxistinbûna jinê ye.  Ji ber ku wê jî ev dixwest. Ji ber vê li her qadê divê em bi rêxistinên jinan re têkoşîna xwe bi hêztir bikin. Kesên ku vê pêvajoyê biguherînin û pêşve bibin jinin .Tirsa îqtîdarê ya herî mezin jî ew e. Ji ber wê em mecbûr in ku li hemû qadan rêxistina xwe ya jinê bi hêz bikin."