Di salvegera 34’an de malbatên Roboskî tên darizandin

  • 09:02 26 Kanûn 2020
  • Rojane
Rojda Aydin  
 
ŞIRNEX - Derbarê xizmên 34 kesên ku di Komkujiya Roboskî de jiyana xwe ji dest dabûn de, bi hinceta "propagandaya rêxistinê kirine" doz hatibû vekirin. Malbatan, destnîşan kir ku şûna ku sûcdar  bên darizandin malbat tên darizandin û got: “Em vê bêhiqûqiyê qebûl nakin. Heta kiryar neyên cezakirin em ê dengê xwe bilind bikin.” 
 
Di 28'ê kanûna 2011'an de li gundê Roboskî ya Qilebana Şirnexê bi balafirên şer 17 jê zarok 34 kes hatin kuştin. Serdozgeriya Komarê ya Şirnexê, bi hinceta pankartên di 4'emîn salvegera komkujiyê de hatibûn vekirin debarê 16 kesan de  lêpirsîn dabû destpêkirin. Dozgeriyê piştî îfadeyan bi tawanbariya "propagandaya rêxistinê kirine” îdianame amade kir û Dadgeha Cezayê Giran a Şirnexê îdianame qebûl kiribû. Danişîna ewil a doza 16 şêniyên Roboskî di 13’yê çileya 2020’an de li 2’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Şirnexê hatibû dîtin. 3’yemîn danişîna dozê di 23’yê kanûnê li 2'emîn Dadgeha Cezaya Giran a Şirnexê hat dîtin. Ji ber kêmaniya ewraqan danişîn taloqî 5'ê nîsanê hat kirin.    
 
16 kes tê darizandin
 
16 şêniyên Roboskî yên ku tên darizandin navên wan wiha ne: “Ayaz Encu, Aysel Encu, Bêrîvan Encu, Cahîde Encu, Cihan Encu, Fadîle Tosun, Hanim Encu, Heybet Encu, Muhsîn Aykut, Sevcan Encu, Semîre Encu, Sevcan Encu, Sozdar Encu, Tufan Saydam, Meral Geylanî û Yannîs Vasîlîs Yaylalî.”
 
Serlêdan hatin redkirin
 
Piştî komkujiya Roboskî di bin banê Komîsyona Lêgerînê ya Mafê Mirovan a Meclîsê de Komîsyona Qilebanê hat avakirin û di adar a 2013’an de raporekî 84 rûpelan pêk tê pêşkeş kir. Di dema operayonê de rapora “tespîtkirina nasnameyan ne mumkun e” hat nîşandan û biryara “delîlên ku bûyer bi zanetî hatiye kirin tuneye" da. Ji aliyekî din ve jî di pêvajoya hiqûqê ya ku wek “Doza Komkujiya Roboskî” tê nasîn, Serdozgeriya Komara Amedê di 11’ê hezîrana 2013’yan de “bi xemsariyê bûn sedema mirinê" derbarê dosyeyê de biryara “bêpeywirî" da. Serdozgerî piştre dosyeya dozê şand Dozgeriya Giştî ya Leşkerî, lê belê di meha çileya 2014’an de biryara “bêşopandinê” hat dayîn. Di komkujiya Roboskî de malbata kesên jiyana xwe dest dan, di tirmeha 2014’an de bi şexsî serî li Dadgeha Bilind dan. Lê belê dadgeh, destnîşan kir ku di serlêdanê de kêmasî hene û bi  hinceta “di wextê xwe de kêmasiyê nehatine temamkirin" serlêdanê di 25’ê sibata 2015’an de red kir.    
 
Vê carê 281 kesên ku xizmên xwe windakirine di sala 2016’an de serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) dan.  DMME bi hinceta mafên hindûr nehatine xilaskirin di 17’ê gûlana 2018’an de serlêdan red kir. DMME begleyên kêm kir hincet. Ji aliyê hiqûqî ve ev mijar hat girtin. 
 
‘Serlêdana me hîn encam nedîtiye’
 
Parêzer Neşet Gîresun, diyar kir ku li ser serlêdana wan de sal û nîvek derbas bûye, ne biryarek erênî û ne jî biryarek neyînî hat dayîn û wiha dirêjî da axaftina xwe: " Em 4 parêzer dozê dinêrin. Di sala 2019’an de me parêzeran serî li Serdozgeriya Komara Amedê da ji bo lêpirsîn carekedin bê vekirin. Dema me serlêdan kir, serdozgeriyê ji me re got divê delîlên nû hebin ku hûn daxwaza vekirina dosyeyê bikin. Dozgeriya Giştî ya Leşkerî îtîraz red kir û wiha gotibû 'bi şaşî çêbûye' Ji ber ku kesên îmze avêtibûn piştî darbeyê bi hinceta bialîne ji pêywirê hatibûn girtin. Ya herî girîng jî Wezîrê Enerjî û Çavkaniyên Xwezayê ya wê demê Berat Albayrak di gelek bernameyan de gotibû ‘Dibe ku bi fetoyê ve girêdayî be. Beşên leşkerî yên fetoyê vê tiştê kiribin.’ Ev hemû jî ji bo me delîl in. Ji ber vê yekê me carekî din xwest dosye bê vekirin. Serdozgeriya Komara Amedê biryara 'bêpêywîrê'da û dosyeyê şand Dozgeriya Komara Qilebanê. Dosye niha li wê derê ye. Li ser van îdîayên me heta niha tu biryar ne bi erenî û ne jî neyînî nehatiye dayîn. Em bi vê serlêdanê dixwazin tiştên nû bikin.”    
 
'Kiryarên zarokên me kî ne' 
 
Ji malbatên Roboskî yek jê derbarê wê doz vebûye Semîre Encu ye ku kurê wê Selam Encu di komkujiyê hat qetilkirin diyar kir ku ew dayika 34’an e û got: “9 sal ser komkujiyê re derbas bû û hîn jî tu kiryar nehatin cezakirin. Ji bo kiryar bên cezakirin em bi sala ne berxwedana xwe didomînin. Lê belê dewlet çavên xwe girtiye û kiryaran ceza nake. Ji 34 kesan 11 jê ji malbata me bûn. Ji ber ku me wan bibîranî daxwaziya azadiyê kir dewletê derbarê me de doz vekir. Gelo ez an, kesên ku zarokên me kuştî divê darizandin? Kiryarên zarokên me kî ne? Sûcê zarokên me bi tenê du bîdon mazot bû. Bêhiqûqî û neheqî li zarokên me hat kirin. Qey ne şerme ji vê dewletê re derbarê me de doz vedikin. Salvegera kurê min bû û ez jî çûm bîranîna wî. Bîranîna zarokên me çawa dibe sûc? Ez mecbûrim biçim ser gorên zarokên xwe. Ez ê vê şûnde jî biçim ser gorên wan û tevlî bîranînên wan bibim. Ew roja komkujiyê tu carî nayê jibîr kirin. Vê komkujiyê AKP’ê û Erdogan bi xwe kir. Ji ber vê yekê kiryaran ceza nakin. Em jî zanin ku berpirsyarê vê komkujiyê ew in.”
 
‘Em ê tim li ser şopa doza wan bin’
 
Semîre, diyar kir ku derbarê wê de çixwasî doz vebin jî ew ê dev ji vê rêyê û dozê bernadin û wiha da bi lêv kir: "Em tu carî natirsin û em ê ji wan netirsin. Em ê heta dawiyê li ser rêya heqîqetê bin. Em ê tim li ser şopa doza wan bin. Ez ji neyaran natirsim. Dixwazin tazmînatê bidin malbatan û ser vê bûyerê bigirin. Lê belê em wê tazmînatê nagirin û heta dawiyê li pey rastiyê bin. Divê Dadgeha Mafê Mirovan li ser vê bûyerê bisekiniya. Li Tirkiyê komkûjiyek ev qas mezin hat kirin. Divê Tirkiye bihata cezakirin. Lê belê doza me hat redkirin. Dadgeha Mafê Mirovan destûrê da ku ser komkûjiyê bê girtin û doz nehat vekirin. Ji ber ku îro ev doz nehat vekirin sedema wê jî Erdogan e. Di her aliyê de bû asteng. Piştî komkujiyê li dijî me malbatan zext zêdetir bûn. Li ser me dozan vedikin."
 
‘Em vê dozê û bêhiqûqiyê tu carî qebûl nakin’
 
Sevcan Encu ku birayê wê Huseyîn Encu di komkujiyê de hat qetilkirin jî bertek nîşanê doza ku derbarê wan de hatiye vekirin da û got şûna kiryar bên cezakirin derbarê malbatan de doz tên vekirin. Sevcan, di salvegera komkujiya Roboskê de ji bo birayên xwe bi bîr bînin çûne ser goristanê û wiha nêrînê xwe anî ziman: "Wê demê 4’emîn bîranîna komkujiyê bû. Wekî salên pêşî em wê salê jî çûn ser goristanê û me zarok û birayên xwe bibîr anî. Kezeba me malbatan dişewite. Lê dewlet şûna ku li ser kiryaran doz veke li ser me malbatên Roboskî vedike. Derbarê me de doza ku hatiye vekirin hîn berdewam dike. Dewletê panqart nîşan da û me malbatan ceza dike. Em vê dozê û bêhiqûqiyê tu carî qebûl nakin.”
 
‘Dewletê Roboskî jibîrkir’
 
Sevcan, destnîşan kir ku daxwaza wan bi tenê edalete û got demildest kesên vê komkujiyê pêk anîne bila bên cezakirin. Sevcan, got ji ber bêhiqûqiyê û kiryar nehatine cezakirin malbat hîn êşê dikişînin û wiha domand: “Dewletê Roboskî jibîrkir. Dewletê kesên komkujiyê pêk anîn ceza nake. Ji ber ku em kurd in kiryarên zarok û birayên me ceza nakin. Kuştinê li ser me kurd an ferz dikin. Hêviya me ew e ku edalet rojekê cihê xwe bibîne. Hem me dikujin û hem jî doz li ser me vedikin. Kesên ku zarokên me kuştin ji ber em diçin ser gorên wan wek sûc dibîne û dozê li ser me vedike. Me heta niha nedîtiye ku tu kiryarên komkujiyan hatine cezakirin.”
 
‘Ne em divê kiryar bên darizandin' 
 
Sevcan, destnîşan kir ku dixwazin bi vê awayî malbatan ceza bikin û ji rastiya wan bidin dûr xistin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Dewletê vê dozê vekir û naxwazin em komkujiyê bibîrbînin. Lê belê ew derbarê me de çi qasî doz vekin jî em ê her roj vê komkujiyê bi bîr bînin û em ê destûrê nedin ku were jibîrkirin. Dewlet îro bêhiqûqiyê dike. Heta mirinê em ê vê komkûjiyê jibîr nakin. Heta kiryarên 34 neyê dîtin em nasekinin. Ne em divê kiryar bên darizandin"