'Qada civakî xaleke girîng a çareseriya pirsgirêkan e'

  • 09:01 26 Kanûn 2020
  • Rojane
Roj Hozan - Rojda Seyidxan
 
QAMIŞLO - Berdevka Qada Civakî ya Rojava Gulîstan Elî, kar û xebatên Qada Civakî yên sala 2020’an û pêşketinên ku di vê qadê de hatine kirin nirxand. Gulîstanê bal kişand ser girîngiya qada civakî û wiha got: "Sala 2020’an saleke têr û tijî  bû. Gelek ked û têkoşîn hat dayin. Qada civakî xaleke girîng a çareseriya pirsgirêkan e. Ji gelek pirsgirêkên jin û civakê re bû bersiv. Em bi hêvî ne ku sala bê bibe sala bidawîbûna êş û zehmetiyên vê civaka berxwedêr."
 
Di sala 2020’an de Qada Civakî ya Rojava tevî rêxistinên ku di nav de cihê xwe digirin projeyên pir girîng pêş xist. Di nava vê salê de ji pirsgirêkên jin û civakê re bû bersiv. Her wiha xwedîderketineke xebatkarên vê qadê ya berbiçav hebû û di heman demê de ji jin û zarokên kampên koçberan re bû bersiv. Têkildarî kar û xebatên Qada Civakî yên sala 2020’an, Berdeva Qada Civakî ya Rojava Gulîstan Elî nirxandin kir.
 
'Armanca me ew e ku em jinan bi tenê nehêlin'
 
Gulîstanê di destpêka axaftina xwe de behsa guhertinên bingehîn ên di Qada Civakî de kir û ev tişt got: "Di sala 2020’an de êdî Qada Civakî xebatên xwe bêtir kir. Berî niha cihekî me yê taybet nebû tenê erkên me di nava civakê de bû, lê bi guhertinên nû re êdî me navendeke xwe ya taybet vekir û rêxistinên girêdayî xwe komî ser hev kirin. Di rêziknameyê de komîteyên me hebûn, lê karê wan lawaz mabû, ji bo wê me pêwîstî dît ku em van komîteyan çalak bikin û erkê wan di qada civakî de bidin rûniştandin. Rêxistinên girêdayî me weke Weqfa Jinê, Rêxistina Sara, Ol û Civak, Komeleya Maya di nava qada civakê de xebatên xwe didin meşandin. Bi rêxistinên heyî re em xwedî li kesên xizmên wan di şer de jiyana xwe ji dest dane derketin. Di vê derbarê de me Komeleya Maya vekir, ji bo ku êdî jin  mexdûr nebin ev komele li ser vî esasî hate erkdarkirin. Ji vê komeleyê re rêziknama hate amadekirin ku di dema pêş de çawa têkeve nava tevgerê. Her wiha daxwaz û armancên jinan tê de tê diyarkirin. Armanca me ew e ku em jinan bi tenê nehêlin."
 
'Ji bo mirovên astengdar Qada Civakî gelek proje pêşkêş kir'
 
Gulîstanê di domandina gotina xwe de bal kişand ser projeyên ku ji bo astengdaran di Qada Civakî de hatine pêşxistin û wiha dom kir: "Komîteya me ya astengdaran jî kete piratîkê û rêziknameya wê jî hate amadekirin. Em weke Qada Civakî sîstemê amade dikin û paşê komîteyê dixin dewrê ku bi xwe karê xwe bi rê ve bibin. Li ser vî esasî me proje ji bo mirovên astengdar pêş xistin. Di Sûriyeyê de ji bo astengdaran tu girîngî nedihat dayîn û ev dibû sedema ku civak wan wekî barekî giran ê li ser milê xwe bibînin. Dewletê li ser van mirovên astengdar gelek pere ji rêxistinên mirovî digirtin, lê weke mirovên ku tevlî beşên jiyanê bibin mafê wan nedihat dayin. Di civaka me de gelek mirovên astengdar hene, yên ku ji zikmakî de astengdar in û yên ku di şer de jî astengdar bûne, hene. Me pêwîstî dît ku astengdar jî tevlî jiyanê bibin. Rêxistinên derve jî dihatin li rewşa wan mêze dikirin, lê tu alîkarî pêşkêş nedikirin. Me destpêkê bajar bi bajar serjimêra wan tomar kir, bi alîkariya komînan em derbasî malên wan bûn. Me navendên taybet li hin bajaran vekirin û hîn jî didome. Em dixwazin van mirovan tevlî xebatan bikin, alîkariyên madî û manewî jî ji wan re pêşkêş bikin. Rêveberiyên van navendan jî mirovên astengdar in, da ku mirovên astengdar kêmasiyê hîs nekin û bi zanibin ku ew di vê civakê de mirovên xwedî berhem in."  
 
'Komîteya zarokan alîkariyê pêşkêş dike'
 
Gulîsanê li ser kar û xebatên ku ji bo komîteya zarokan hatiye kirin wiha nêrîna xwe anî ziman: "Komîteya me ya zarokan jî li ser xebatên xwe sekinî. Destpêkê endam û rêveberiyên xwe ava kirin û bi taybet li ser rewşa zarokên kampan rawestandinek hate çêkirin. Li gor pêwistiyên wan yên jiyanî ev komîte alîkariyê ji wan re pêşkêş dike. Li Kampên Serêkanî û Waşûkaniyê ji bo Roja Zarokan a Cîhanê me ji bo zarokan parkek vekir û ji wan re qada lîstikê jî ava kir, da ku hinekî rewşa zarokan ya derûnî rehet bibe. Niha çend projeyên din jî hene vê komîteyê amade kiriye, yek jê projeya muzîkê ye. Wê du navendên mezin ji bo fêrkirina muzîkê ji zarokan re bên vekirin, navendek li Qamişlo û ya din jî li Kobanê wê bê vekirin, da ku zarokên xwedî berhem tê de bikaribin berhemên xwe pêkêş bikin. Di sala 2021’an de wê encamên me yên vê projeyê baş derkeve pêş."
 
'Komîteya koçberan pêwistiyên koçberan bi cih tîne'
 
Gulîstanê bal kişand ser çalakkirina komîteya koçberan û xebatên ku di kampan de didin meşandin û wiha domand: "Komîteya me ya koçberan di kampan de xebatên xwe dide meşandin û di her kampekê de me komîteyek ava kiriye.  Yên ku tê de kar jî dikin ji kampê bi xwe ne, ji ber ev mirov zêdetir dikarin pêwîstî, êş û zehmetiyên koçberan îfade bikin. Dema ku alîkarî yan jî pêwîstî hebin ev komîte bi aliyên pêwendîdar re diveke tevgerê û daxwazên koçberan bi cih tînin. Her wiha ji erka wan yek jê ew e tensîqê bi rêxistinên mirovî re bikin ku daxwazên koçberan bi cih bînin. Ji ber pêwistiyên koçberan ne tenê jiyanî ne, di aliyê rêxistinkirin û derûnî de jî gelek pirsgirêkên wan hene, ji bo wê ev komîte li ser wî esasî hatiye erkdarkirin." 
 
'Li gor rewşa awarte em seferber bûn û me alîkarî pêşkêş kir'
 
Gulîsanê di domandina nirxandina xwe de xebatên Qada Civakî di dema belavbûna Vîrusa Koronayê de anî ziman û wiha pê de çû: "Di dema belavbûna Vîrusa Koronayê de gelek pêwistiyên civaka me hebûn, divê bihata bicihanîn. Ji bo pêkanîna pêwistiyên civakê ya di aliyê jiyanî de, hem ji bo rakirina tundiya ku di dema qedexeya di malê de li dijî jinan dihat kirin, bi rêxistinên xwe yên jin re em ketin tevgerê . Li aliyekî me alîkariya jiyanî ji malbatên xizan re pêşkêş  kir, li aliyê din jî me rewşa jinan şopand. Li ku derê tundî çêdibû bi Rêxistina Sara ya li dijî Tundiya li ser Jinê mûdaxele kir. Li aliyê din jî me hişyariya xweparastina ji vîrûsê di civakê de belav dikir. Di heman demê de Weqfa Jina Azad jî bi me re alîkar bû û beşek ji erkê tenduristiyê hilgirtin ser milê xwe ku di her kolanekê de noqteyeke tenduristiyê hat avakirin û alîkariya mirovên nexweş hat kirin.  Ji ber zexteke pir mezin li ser kadroyên tenduristiyê hebû, me pêwistî dît ku em alîkariyê bidin.  Li gor rewşa awarte em seferber bûn."
 
'Li dijî tundiya li ser jinê, me têkoşîna jinê derxist pêş'
 
Gulîstanê da zanîn ku ji bo mijara rakirina tundiya li ser jinê gelek xebat weke Qada Civakî  wan dane meşandin û wiha dirêjî da gotina xwe: "Ji bo ku em têkoşîna xwe li dijî tundiya li ser jinê bêtir xurt bikin, me gelek rol hilgirtin ser milê xwe. Weke Qada Civakî  ji bo 25’ê Mijdarê me têkiliyên xwe bi rêxistinên jinan re çêkirin û di derbarê de me civîneke berfireh li dar xist. Di vê civînê de gelek rêxistinên jinan di beşên giştî de jî tevlî bûn û me rewşa jinê nirxand û çareseriyên pêwîst hatin pêşxistin. Ji bo 25’ê Mijdarê weke bernameyekê bi Rêxistina Sara re me bi rêxistin kir û li Kampa Serêkaniyê me bi cih anî. Ji ber kamp nû bû, me xwest em rewşa jina li wê derê bişopînin û daxwazên wan pêk bînin. Li ser vî esasî me jin li wê derê bi rêxistin kir û nîqaş bi wan re hatin kirin. Di heman demê de me li wê kampê pêşengeha wêneyan vekir û têde wêneyên têkoşîna jinê ya bi jiyanê re, berxwedana wê ya li dijî êrîşan û pêşengtiya wê derxist pêş. Me xwest em têkoşîna 25’ê Mijdarê bînin beramberî têkoşîna di dema me ya îro de.  Her wiha gelek semîner û komcivîn ji jinan re di derbarê têkoşîna li dijî tundiyê hatin dayin."
 
'Em ê serkeftinên jinan mayinde bikin'
 
Di dawiyê de Gulîstanê xwestek û hêviyên xwe bi hatina sala nû re anî ziman û wiha nirxandinên xwe bi dawî kir: "Sala 2020’an saleke têr û tijî bû, li kêleka wê jî gelek ked û têkoşîn hate dayin. Qada Civakî ji pirsgirkên jinan û civakê re bû bersiv. Em bi hêvî ne ku sala bê bibe sala vegera koçberan a ji warên wan re. Her wiha sala bi dawîbûna êş û zehmetiyên vê civaka berxwedêr. Em ê di xizmeta civaka xwe de bin û serkeftinên tevahî jinan mayinde bikin."