ROJEVA 26'Ê KANÛNA 2020'Î

  • 09:00 26 Kanûn 2020
  • Rojev
*Berdevka Qada Civakî ya Rojava Gulîstan Elî, kar û xebatên Qada Civakî yên sala 2020’an û pêşketinên ku di vê qadê de hatine kirin nirxand. Gulîstanê bal kişand ser girîngiya qada civakî û wiha got: "Sala 2020’an saleke têr û tijî  bû. Gelek ked û têkoşîn hat dayin. Qada civakî xaleke girîng a çareseriya pirsgirêkan e. Ji gelek pirsgirêkên jin û civakê re bû bersiv. Em bi hêvî ne ku sala bê bibe sala bidawîbûna êş û zehmetiyên vê civaka berxwedêr." DÎMEN HEYE
 
*Derbarê xizmên 34 kesên ku di Komkujiya Roboskî de jiyana xwe ji dest dabûn de, bi hinceta "propagandaya rêxistinê kirine" doz hatibû vekirin. Malbatan, destnîşan kir ku şûna ku sûcdar  bên darizandin malbat tên darizandin û got: “Em vê bêhiqûqiyê qebûl nakin. Heta kiryar neyên cezakirin em ê dengê xwe bilind bikin.”  BI DÎMEN 
 
*Hunermend û mamosteya muzîkê Qudret Ucuk strana Mehemet Şêxo “Gulîzerê” bi dayika xwe Manîsa Ucuk re got. Qudreta ku ji bo nasnameya xwe hunera xwe li pêş dixe diyar kir ku divê çand huner bi her awayî bê parastin. BI DÎMEN 
 
*Jinên bajarê Helebê li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan anîn ziman ku divê tecrîd bi dawî bibe û wiha gotin:"Tecrîd sûcekî bêehlaqîyê ye û divê bi dawî bibe. Li dijî tecrîdê ew ê têkoşîna me bidome." DÎMEN HEYE
 
*Hevseroka HDP'ê ya Stenbolê Elîf Bulut diyar kir ku Hevseroka KCD'ê Leyla Guven sembola têkoşîna jinê ye û got, "Hevkariya herî mezin bi Leylayê re bi hêzkirina rêxistina jinê ye. Ji ber ku daxwaza wê ew e."
 
*Aktîvîsta ekolojiyê Sultan Gulsum got li seranserê cîhanê qeyranek ekolojîk heye û ev tişt anî ziman: “Çawa ku jîngeha zindîwaran tê tunekirin di heman demê de jîngeha mirovatiyê jî tê tunekirin. Divê em ji xwe bipirsin gelo em çiqas amade ne ji ziwayî re, ji bilinbûna asta avê ya berava behrê re?" BI DÎMEN
 
*Rojnamegerên jin ên îşkenceya lêgerîna tazî li wan hat kirin diyar kirin ku bi taybet Serokwekîla Koma AKP'ê Ozlem Zengin a ku lêgerîna tazî înkar kir û yên din divê lêborînê bixwazin û wiha gotin:"Em îro dengê xwe dernexin dibe ku sibehê hîn derengtir be."
DÎMEN HEYE
 
*Halîse Aksoy a ku bi ser mala wê de girtin û hat binçavkirin, piştî ku hat berdan wiha got, "Ez sedema tundiya li min hat kirin dizanim. Di kesayeta Egîtê min de heqaret li kurdan kirin. Ev ji ber çavên min naçe. Serê min bilind e. Ger ku min parçe bikin û têkin bin erdê jî ez ji sekna xwe tawîzê nadim."  DÎMEN HEYE
 
* Li Qamiyşlo meşa dirêj a ciwanên şoreşger. (10.00)
 
*Li Hesekê derbarê Leyla Guven de daxuyani bê dayîn. (10.00)