'Dê bi PADÊ rêxistinbûna xwe xurt bikin'

  • 13:03 25 Kanûn 2020
  • Rojane
Nesrîn Hisen - Viyan Saîd
 
ŞENGAL -  Jinên ku tevlî 3'yemîn Kongreya PADÊ bûn diyar kirin ku êzidî gelek bedelen giran da û divê xwedî li wan bedelan derkevin û gotin: "Ji bo xwedî li derketina ax, bedel û xebatên xwe divê tifaqa êzidiyan pêk bê."
 
3’yemîn Kongreya Partiya Azadî û Demokrasiya Êzidiyan (PADÊ) ku bi beşdarbûna 150 delegeyan duh pêk hat. Kongreya ku li komelgeha Digurê ya Şengalê bi dirûşmeya, “Bi ruhê bidawîkirina fermanan em ê rêxistina xwe xurt bikin” pêk hat. Di kongreyê de rapora xebatê ya 2 salan a hat xwendin û nirxandin li ser hate kirin.
Piştî raporê peyamên Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê, Tevgera Azadiya Jinên Êzidî ,Yekitiya Ciwanên Êzidî û Yekitiya Niştimanî Kurdistan hatin xwendin.
 
Di kongreyê de xal bi xal  hemû bendên rêziknameya partiyê ji aliyê delegeyan ve hatin erêkirin. Di kongreyê de endamên meclîsa partiyê ji aliyê delegeyan ve hatin hilbijartin û herî dawî endamên hatine hilbijartin li gorî baweriya Êzdayetiyê sond xwarin. Her wiha serok û cigirên serokê partiyê di civîna yekemîn de wê werin hilbijartin. Endamên TAJÊ Meyan Nasir û Amşê Reşo, ji Tevna Alikariya Jinên Êzidî Riham Hesen û Neam Bedel derbarê kongreyê de nêrînên xwe ji ajansa me re parvekirin. 
 
Meyan,  di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser girîngiya kongreya PADÊ û wiha bi lêv kir: "Em kongreyê li hemû civaka xwe pîroz dikin. Em di vê baweriyê de ne ku ev sal bibe sala xêr û xweşiyê. Bi rastî îsal ji bo êzidiyan salekî dijwar bû. Ligel dijwariyê me kar û xebatên xwe meşand û em xwedî li şehîdên xwe derketin. Em wek dayik dixwazin sala 2021'an bibe sala azadî û keyfxweşiya Êzidxanê. Ez ji jinan daxwaz dikim ku jinên êzidî di nava xebatan de cih bigirin."
 
'Xwedî li axa xwe derkevin'
 
Neam, di nava kongreyê de cih xwe girt û derbarê kongreyê de wiha got: "Em ji bo kongreya PADÊ civiyan. Di sala 2020’an de sazî dezgehên Şengalê kar û xebatên xwe bê navber dan meşandin. Her wiha li hemberî her cûreyên planên qirêj bi civaka xwe têkoşîn dan. Her wiha roj bi rojê rêxistinbûna xwe mezin kir. Her wiha ez li vir bang li êzidiyan dikim ku xwedî li axa, kar û xebatên xwe derkevin.”
 
'Serkeftina PADÊ serkeftina me ye'
 
Riham, tevlî kongereyê bû û wiha ji ajansa me re axivî: "Pêkanîna kongreyê ji bo me keyfxweşiyek e. Kongreyek demokratîk bû. Partiyek siyasî a êzidiyan e û xizmetê dide civaka xwe. Her wiha vîn û temsîleyata civakê dike. Her wiha dê serkeftina PADÊ dê bibe serkeftina me êzdiyan." 
 
'Tifaqbûna êzidiyan girîng e'
 
Amşê, kongereya 3'yemîn pîroz kir û wiha nêrînê xwe anî ziman: "Ev kongre dê bibe hêviyek. Civaka êzidî gelek bedelên giran dan û niha jî li hemberî me planen qirêj tên meşandin. Divê bê zanîn ku Asayişa Êzidxanê vîna me ye. Ev planên ku li ser me tê meşandin û nayê qebûlkirin. Her wiha ez hêvî dikim ku ev kongre bibe wesîleya tifaqa êzidiyan. Ji bo vê jî divê civaka me bibe xwedî bi îrade."