Seroka Koma Tevgera Goran bertek nîşanî girtina Leylayê da

  • 12:20 25 Kanûn 2020
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Seroka Koma Tevgera Goran a li Parlamentoya Herêma Kurdistanê Gulistan Seîd, di derbarê girtina Hevseroka KCD’ê Leyla Guven de got: “Bi girtin, îşkenceyê nikarin pêşî li têkoşîna jina kurd a di siyasetê de bigrin. Leyla mînaka jina azad a kurd e.”
 
Nerazîbûnên li dijî girtina Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven her ku diçe zêde dibin. Seroka Koma Tevgera Goran a li Parlamentoya Herêma Kurdistanê Gulistan Seîd, ji Rojnews’ê re axivî û got: “Girtina Leyla Guven binpêkirina pîvanên demokrasî û mafên mirove. Ev kiryarên dewleta Tirk berovajî propaganda wê ya ku dibêje li Tirkiyeyê demokrasî heye.”
 
Gulistan Seîd, Leyla Guven wek mînaka jina azad a kurd bi nav kir û wiha domand: “Leyla Guven yek ji têkoşerên netewa me ye ku ji bo bidestxistina mafên mirov di girtîgehê de demek dirêj ket di greva birçîbûnê de. Lê li şûna ku piştgiriya jinên wisan were kirin, berovajî astengî jêre tên derxistin û tên cezakirin.”
 
Di dawiyê de jî Gulistan Seîd destnîşankir ku wê bi girtin, îşkenceyê nikaribin pêşî li têkoşîna jina kurd a di qada siyasetê de bigrin. Wê bi dehan jinên din ên kurd têkoşîna Leyla Guven berdewam bikin.