24 roj in çalakiya xelkê Şengalê didome

  • 12:12 25 Kanûn 2020
  • Rojane
ŞENGAL - Li ber Navenda Asayîşa Êzidixanê 24 roj in çalakiya xelkê Şengalê didome. Xelkê Şengalê kom bi kom diçin serdana konê.
 
Çalakiya ku 24 roj in li ber Navenda Asayîşa Êzidixanê bi dirûşma “Em hemû asayiş in” hatiye destpêkirin dewam dike. Çalakiya ku li dijî Hevpeymana Bexda-Hewlêrê û her wiha ji bo xwedî li derketina li Asayişa Êzidîxanê hatiye destpêkirin bi serdanan didome. 
 
Çalakiya ku hatî destpêkirin bi serdana şêniyên Şengalê didomin. Kesên ku tên serdanê hest û ramanên xwe tînin ziman û dibêjin heta ku daxwazên wan bê qebûlkirin dê çalakiya xwe bidomînin.