‘Em ê her li ser şopa girtiyên xwe bin’

  • 09:10 25 Kanûn 2020
  • Rojane
MEXMÛR - Li Mexmûrê bi pêşengiya Meclîsa Îştarê greva birçîbûnê hat destpêkirin. Jinên ku tevlî grevê bûn bal kişandin ser tecrîdê û gotin: "Di şexsê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de li hemberî Gelê Kurd tecrîdek tê meşandin. Li dijî tecrîdê divê kurd bibin yek û li dijî tunekirina kurdan têkoşînê bidin." 
 
Li dijî tecrîda li hemberî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û binpêkirinên mafên girtiyan di 27'ê Mijdarê li girtîgehên herêmê û Tirkiyeyê greva birçîbûnê ya bêdem û dorveger hatibû destpêkirin. Ji bo piştgirî dayina çalakiyê li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) bi pêşengiya Meclîsa Îştar a Mexmûrê ve çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û dorveger hat destpêkirin. Çalakiya jinan didome. Gulçîn Tumaka, Keder Kurhan û Viyan Budak tevlî grevê bûn nêrînên xwe ji ajansa me re parvekirin. 
 
‘Em ji rewşa Rêbertiya xwe bi guman in’
 
Gulçîn bal kişand ser tecrîdê û wiha nêrînê xwe anî ziman: “Ev demeke dirêje me tu agahî ji serokê xwe ne girtiye û em nizanin serokê me di çi rewşê de ye. Dîtina wêneyên rêbertî ji bo me hêzekî pir mezine. Me ji hevalên zîndanan hêzekê pir mezin girt û li ser şopa wan me jî dest bi grevê birçîbûnê kir. Em jî weke ciwanên Wargeha Mexmûrê heta dilopa xwîna xwe ya dawî em ê li ber xwe bidin.” 
 
‘Em nahêlin dijmin bigihîje armanca xwe’
 
Keder, armanca xwe ji vê çalakiyê bi van gotinan anî ziman: “Heta ku em agahiya xwe ji rêberê xwe negirin em ê çalakiyên xwe dewam bikin. Em jî weke jinên ciwan tu carî bê deng nemînin û nehêlin ku dijmin bigihîje armancê xwe. Pêwîste hemû ciwan rabin ser piyan û xwedî li hebûna xwe derkevin.”
 
‘Bi saya rêbertî em bûn xwedî îrade’
 
Viyan, derbarê piştgiriya grevên birçîbûnê yên ku girtiyên azadiyê dabûn dest pê kirin axivî û got: “Em piştgiriyê didin hevalên ku di girtîgehan de dest bi çalakiyên grevên birçîbûnê kirine. Ji bo em bikaribin serokê xwe azad bikin pêwîste hemû ciwan rabin serxwe û bibin xwedî îrade. Bi saya rêbertî em jinên ciwan bûne xwedî hebûn û îrade.”