Binefşa 3 zarokên wê hatin qetilkirin: Bi vîneke xurt têdikoşim

  • 09:04 25 Kanûn 2020
  • Rojane
Raperîn Bekir
 
ŞEHBA - Binefş Cimo ya di komkujiya gundê Tirindê yê Efrînê de sê zarokên wê hatin qetilkirin qala wan kêliyên ku ji ber çavên wê naçin kir. Binefşê diyar kir ku ew jî di êrişan de birîndar bûye û got:"Ew rojeke reş bû lê belê ji bo dîsa zarokên me neyên qetilkirin ez bi vîneke xurt têdikoşim."
 
Di 18’ê çileya 2018’an de dewleta tirk û hevkarên wê êrîş birin ser kantona Efrînê. Li hemberî wê bi navê Berxwedana Serdemê welatiyên kantonê li gel şervanên YPJ û QSD’ê berxwedanek bêhempa dan meşandin. Berxwedana wan a ku 58 rojan dom kir di dîrokê de cihekî taybet girt. Dewleta tirk a ku rojane li herêmê sivîlan dike hedef, bi binpêkirina mafan her di rojevê de ye. Êrîşên ku çêdibin li hemberî berxwedana welatiyan nebûye asteng û hîna jî li hemberî êrîşan bi her awayî gel li ber xwe didin. Her ku dewlet dibîne nikare herêmê vala bike û li gorî dilê xwe dagir bike vê carê jî dest bi komkujiyan dike. Yek ji wan jî 8’ê Adara 2018’an li gundê Tirindê yê Efrînê hat kirin. Di komkujiyê de tenê ji malbatekê sê zarok hatin qetilkirin. Dayika sê zarokên ku di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dan, Binefş Cimo qala bûyera ku wê rojê rû da, kir.
 
'Bi vîneke xurt têdikoşim'
 
Binefşa ku di dema komkujiyê de bi xwe jî birîndar bûyî û sê zarokên wê jiyana xwe ji dest da wiha qala kêliya êrişê kir: "Di roja 8’ê Adarê ya ku hemû jinên cîhanê di nava çalakiyan de bûn jî komkujiyên dewleta tirk berdewam dikirin. Heman rojê komkujî li ser malbata min jî kirin û sê zarokên min qetil kirin. Bi zarokên min re roniya çavê min jî winda bû. Kurê min Hisên Mihemed 16 salî, keça min Helen 14 salî û biçukê malê Ferhad jî 11 salî bû. Niha tenê zarokek min maye ew jî wê demê birîndar bû. Birîna Hisênê min di zik de bû nîvê laşê Helen û Ferhad jî tune bûn. Min bi destên xwe her sê zarokên xwe li Gotistana Ş. Avesta ya Efrînê oxir kirin. Erdogan kezeba gelek dayikên Efrînê şewitand lê berxwedana wan dayikan ji dagirkeriya dewleta tirk re bû bersiv. Ji bo dîsa zarokên me neyên qetilkirin ez bi vîneke xurt têdikoşim."