Ji bo Leyla Guven li Rojava çalakî hatin lidarxistin

  • 15:13 24 Kanûn 2020
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Bi armanca şermezarkirina girtina Hevseroka KCD'ê Leyla Guven, li Qamişlo, Heleb û Til Temirê jinan helwestên xwe nîşan dan û çalakî li dar xistin. 
 
22 sal û 3 meh cezayê girtîgehê li Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven hat birîn. Bertekên li dijî vê biryarê didomin. Bi armanca şermezarkirina dîlgirtina Hevseroka (KCD) Leyla Guven, li Qamişlo,Heleb û Til Temirê jinan helwestên xwe nîşandan û çalakî li dar xistin.
 
Kongreya Star a Qamişloyê girtina Leyla Guven şermezar kir
 
Rêxistina Kongreya Star a bajarê Qamişloyê biryara girtina Hevseroka KCD'ê Leyla Guven bi daxuyaniyekê şermezar kir.
 
Têkildarî girtina Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk Leyla Guven, Rêxistina Kongreya Star a bajarê Qamişloyê daxuyanî da. Daxuyanî li ber navenda Kongreya Star a bajarê Qamişloyê bi beşdarbûna bi dehan jinên sazî û dezgehên civakî hate dayin. Di daxuyaniyê de alên Kongreya Star û wêneyên Leyla Guven hatin hildan. Daxuyanî ji aliyê Berdevka Kongreya Star a Rojava Remziya Mihemed ve hate xwendin. 
 
Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:  
 
“Em weke Kongreya Star li Rojavayê Kurdistanê, girtina Hevseroka KCD'ê Leyla Guven şermezar dikin. Dewleta tirk bi girtina Leyla Guven dixwaze nameyekê bişîne ji tevahî jinan re. Leyla Guven jineke siyasetmedar e tu sûc nekiriye heyanî bi hovîtiyeke ewqas mezin bê girtin. Dewleta tirk tu rêzdariyê ji mafan re nagire û her vîna mirovan binpê dike.
 
Leyla Guven bi berxwedan û têkoşîna xwe bi ser ketiye, loma dijminên jinan van serkeftinên jinan qebûl nakin. Dîsa jî dewleta tirk kiryarên xwe li dijî jinan dewam dike, taybet jî li dijî jinên siyasetmedar û xwedî bandor ê di civakê de. 
 
Em weke Kongreya Star em ê li dijî van kiryaran têkoşîna xwe mezin bikin. Em ê hemû jin banga azadiya Leyla Guven û hemû girtiyên zîndanan bikin heya em bigihêjin armancên xwe."
 
Daxuyanî bi dirûşma “Berxwedan jinyan e”, “Jin jiyan azadî” bi dawî bû.
 
Kongreya Star li Helebê jî çalakî li dar xist
 
Kongreya Star li Helebê ji bo girtina Leyla Guven çalakî li dar xist
 
Rêxistina Kongreya Star a bajarê Helebê ji bo piştgiriye berxwedana Leyla Guven û şermezarkirina girtina wê, konê çalakiyê veda.  
 
Bi armanca piştgiriye berxwedana Leyla Guven Rêxistina Kongreya Star a bajarê Helebê li dijî girtina Hevseroka KCD'ê Leyla Guven bertekên xwe nîşan dan û konê çalakiyê vedan. Konê çalakiyê  li taxa Şêx Meqsûd  a bajarê Helebê bi tevlîbûna şêniyên Taxê, rêxistinên jinan, her wiha jinên sazî û dezgehên civakî pêk hat. Konê çalakiyê bi alên Kongreya Star, wêneyên Rêberê PKK’ê Abullah Ocalan û wêneyên Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk Leyla Guven hatibû xemilandin.  Dê ev çalakî sê rojan dewam bike.  
 
Piştî deqeyek rêzgirtin ji bo pakrewanên azadiyê, Endama Kongereya Star a taxa şêx Meqsûd Fehîma Şêxo axaftin kir. 
 
Fehîma bal kişand ser girtina Leyla Guven, her wiha kiryarên ku derheqê girtiyên zîndanan de tê kirin û wiha got: “Girtiyên ku di girtîgehên dewleta tirk de ne di rewşeke pir xerab re derbas dibin. Di girtîgehan de kiriyarên dijmirovî tên kirin. Herî dawiyê jî Hevseroka KCD'ê Leyla Guven ceyazê 22 sal û 3 meh lê hate birîn û dîl hate girtin. Em weke jin vê yekê qebûl nakin û girtina Leyla Guven weke destdirêjiya li dijî nirxên jinê pênase dikin. Li dijî hemû pilanên dijminan em ê asta têkoşîna xwe bilind bikin heya ku em tevahî girtiyên zîndanan azad bikin.”
 
Kongreya Star li Hesekê cezayê li Leyla Guven hat birîn şermezar kir
 
Kongreya Star girtina Parlamentera HDP'ê û Hevseroka KCD'ê Leyla Guven  bi daxuyaniyekê şermezar kir.
 
Kongreya Star a navçeya Til Temirê, bi beşdarbûna dehan jin ên ji sazî û meclîsan li Saziya Malbatên Şehîdan daxuyanî li dijî biryara cezayê li Hevseroka KCD'ê Leyla Guven hat birîn, da. 
 
Daxuyanî  ji aliyê Endama Komîteya Perwerdeyê ya Kongreya Star Robîn Emîn ve hate xwendin. 
 
Di daxuyaniyê de jinan bal kişandin ser berxwedana jinên pêşeng ên li hember dagirkerî û faşîzmê û wiha gotin: "Bi rihê jinên xwedî zanist û azad  yên wekî Leyla Guven ku hêza faşîstan şikandiye, wê serkeftin mayind be. Ew ê Erdogan bi qetilkirina jinan û bi cezakirina jinan nikaribe îradeya wan bişkîne. Ji ber ku gelê me hêza xwe ji jinên pêşeng digirin û bi vê vînê têkoşîna xwe bilind dikin. Li dijî hişmendiya tirkiyeyê ku dixwaze jinê ji rola wê ya siyasetê dûr bixe  têkoşîn û sekna Leyla Guven bersiva herî baş e. Wê Leyla Guven zindana xwe veguherîne têkoşîna ji bo azadî û aştiyê. Diyar e ku Erdogan berxwedana zindanan ji bîr kiriye, lê Leyla Guven îro pêşenga demê ye. Pêwîst e ku civaka navneteweyî li hember kiryar û binpêkirinên dewleta tirk sekneke cidî nîşan bide."
 
Daxuyanî bi dirûşma"Jin Jiyan Azadî"bi dawî bû.